Kultur

Li Ewrûpa ala Kurdistanê bû pula postê

Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpa ji bo name û posteyên xwe yên li Belçîka û tevahiya Ewrûpa, pulek bikartîne ku ala Kurdistanê ye.Dilawer Xalîd Ajgeyî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpa ragihand: “Piştî duvdaçûnên me yên li Belçîka, ji bo me derket ku em dikarin ji fermangeha posteyê daxwaz bikîn ku pulek ji bo me çap bikin ku wêneyekî bi dilê me li ser bê. Lê belê eve jî li demek daye ku divê Fermangeha Posteyê bipejirîne.Ajgeyî got: “Me bîra wê yekê kir ku eve derfeteke başe ji bo dirustkirina pulek bi alaya Kurdistanê, bo ku êdî li Belçîka û tevahiya Ewrûpa nameyên xwe bi pulek bişînîn ku ala Kurdistanê li sere û niha em wê pulê bikartînîn.Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpa her wiha dibêje: “Mebesta me ya serekî li dirustkirina wê pula bi ala Kurdistanê ewe zêdetir nasandina ala me ya neteweyî bû li navendên Ewrûpa. Her wiha di dema serdana şanda fermî ya Ewrûpa û Kurdistanê da wekî diyarî pêşkêşiya wan dikîn.

Back to top button