CîhanRojev

Li Ewropayê welatê ku herî zêde girtî lê hene Tirkî ye

Konseya Ewropayê di derbarê girtîgehan de raporek weşand. Li gor raporê, Tirkîye welatê ku herî zêde girtîxane lê hene û qelebalix. Bi giştî 303 hezar û 945 mehkûm û girtî hene.

Di rapora ku ji alîyê Konseya Ewropayê ve hat amadekirin de hat diyarkirin ku welatê herî zêde mehkûm û girtî lê tê girtin Tirkîye ye. Li gor rapora salane ya meclîsê, heta 31ê Çileya 2022an li girtîxaneyên Tirkîyê 303 hezar û 945 mehkûm an jî girtî hene.

Li gor nûçeya euronewsê, di vê rêzê de Îngilîstan bi 79 hezar û 92 mehkûmî li dû Tirkîyê, bi 79 hezar û 874 kesan Polonya, 69 hezar û 964 Fransa, Almanya 56 hezar û 294, Îtalya 54 hezar û 372, Ûkrayna 48 hezar û 38 û Spanya jî 47 hezar û 425 mehkûm ango li pey wan in.  Li gor raporê, welatê ku herî zêde mehkûm û girtî lê tên girtin Tirkîye ye.

Li gor vê yekê, li Tirkîyê ji 100 hezar kesî 355 kes di girtîgehê de ne. Di vê rêzê de Gurcistan 237, Azerbeycan 217, Macaristan 194, Lîtvanya 191, Polonya 190, Slovakya 187, Albanya 176, Çekya 175 û Letonya 172 welatên din li pey Tirkîyê tên. Li gor raporê, ji 31ê Çileya 2021an heta 31ê Çileya 2022an li welatên ku nifûsa wan ji mîlyonekê zêdetir e, rêjeya navînî ya girtîbûnê ji sedî 2,3 zêde bûye.

Back to top button