HevpeyvînRojev

Hevpeyvînek balkêş bi Prof.Dr. Alî Bilgîn ê Tirk re!

Ev hevpeyvîna li jêrê ku min bi Prof. Dr. Ali Bilgin re kiriye, gelek balkêş!

Sedemê balkêşiyê jî ev e ku rêzdar Bilgin ne Kurd e û min ev  hevpeyvîn pê re bi Kurdiya kurmancî kiriye. Belkî ev hevpeyvîn ji bo wan hemwelatiyên me yên Kurd ku dibêjin: ”Ez Kurd im lê kurdî nizanim.” bibe ders.

Profesorê me Alî Bîlgîn 4-5 sal berê dema ku li Zanîngeha Şirnexê ders daye, bala wî ketiye ser Zimanê Kurdî. Piştre li Zanîngeha Batmanê ders daye û zêdetir hewesa wî li ser kurdî çêbûye.

Rojekê Rektorê Zanîngeha Batmanê gotiye wî: 

” Alî Bîlgînî! Min bihîztiye ku tu kurdîtî dikî û di polê de bi xwendevanên xwe re bi kurdî dipeyivî.”

Dema Prof. Ali li Şirnexê bû, bi riya Facebookê alîkarî ji min xwest ku ez wî fêrê kurdî bikim. 

Tiştê ku ji min hat, min alîkarî pê re kir. Niha rêzdar Alî bi hêsanî dikare bi kurdî bipeyive û bi kurdî binivîse.

Ev hevpeyvîna niha ku min pê re kiriye, wî bi kurmancî brsiva pirsên min nivîsîne, bi çu rengî min destwerdan tê de nekiriye. Da ku hin kurdên me yên nezanê zimanê xwe li serê bisêwirin ku Tirkekî 77 salî dikare xwe fêrê kurdî bike û bi Zimanê Kurdî jî binivîse, lê ew xwe fêrê kurdî nakin.

Ez ji dil û can Prof Dr. Ali Bilgin pîroz dikim û serkeftin jê re dixwazin.

Stockholm 26/ 06/ 2023

      Zeynelabidin Zinar

HEVPEYVÎN:

Zeynelabidin Zinar : Rêzdar Elî Bilgîn.  Tu Profesor î.  Bi kerema xwe hinekî xwe bide naskirin. 

Alî Blgîn:  Ez di sala 1946 de li navçeya Bekîlî ya parêzgeha Denizli yê hatim dinyaye. Ez endezyarê erdnasîyê me. Min zaningeha teknîkî ya Rojhilata navin qedand. Ez 2 salan di legerîna keşfê ya madenê (MTA) de endezyar xwebitîm. Paşê ez wek asîstan ketim zanîngeha Erzirom a Atatürk, min li Erziromê lisansa bilind, doktora û  xebatên akademik  kirin. Paşê di sala 1946an de ez bûm endamê  fakulteyê. Li zanîngeha Akdenîzê ya Ispartayê Fakultêya Endezyariyê, min kar kir. Ez di sala 1984 de li vir bûm doçent û di sala 1990î de vêdemê de di sala 1973an de, wek endamekî CENTO li Îranê, min li herêma Dêlîcanê ser çiyayen sifirî yên sifir û alemyûm kar kir. Ez li vir hinekî fêrî farisî bûm. Di sala 1979-1980 de min li Danîmarkayê di zanîngeha Arhus li ser kevirên karbonate ders dan. Sala 1981-1982 min li zanîngeha Utrecht a Hollandayê li ser jeokîmya û teknîkên din ên lêkolînê ders dan. Di navbera salên 1988-1989an de min zanîngeha Eotvoş Laranz li Budepeşte, Macarîstan, li ser mîneralên kromît ders dan. Di sala 1990de jî li zanîngeha Leicester, li Îngilîstan ê ders dan. 

Te çi xwendiye û niha çi karî dikî?

Alî Blgîn: Min endezyariya erdnasî xwend. Ez niha teqawît im, di dema teqawîtbûna  xwe de jî hînî kurdî dibim. 

Te li kijan zanîngehan ders daye?

Alî Blgîn: Min zanîngeha Erzirom a  Atatürk, zanîngeha Akdenîzê, Fakulteya Endezyariyê ya Isparta, zanîngeha Suleyman Demirel, zanîngeha Leicesterê ya Îngilîstanê, zanîngeha Arhus a Danîmarkayê, Zanîngeha Budepeşte Otves Moranz a Macaristanê, zanîngeha Berlînê ya paytextê Almanyayê, zanîngeha Kuyushu ya Japoyayê mamostetî kirîyê. 

Tu ne kurd î, le tu ferî kurdîya kurmancî bûyî. Kengî çewa te xwe ferî kurdî kiriye?

Lê ji ber ku zimanê kurdî zimanekî qedîm û pir dewlemend e bala min kişand,  ji ber vê yekê min biryar da ku heta dawîya temenê xwe bi rihetî ferî zimanê kurdî bibim. 

Mebesta te çi bû ku te xwest xwe ferî zimanê kurdî kiriye?

Alî Blgîn: Rejima Lenîn,  Stalîn û Saddam Huseyn û rejîma, sîstema kemalîstan çand, huner û ziman înkar û qedexe dike û kirîyê, gelek zilm li birayên min ên kurd kirine. Ji ber  vê yekê ev gelê  kurd ê her hawî bindest hewl dide. Ji bo ku ez piçekî be jî ji bo ku ez derdê wan sivik bikim, bi kurdî fêrî zimanê dayikê yê  vî gelê bindest  bûm. Li şûna kurdan bi Hemd û hestiyariya kurdan bûm. Ji rewşa van gelên ku di dîrokê de tim rastî zilmê hatinê. 

Li gor ku dizanim, niha tu kurdî dixwînî û dinivisî. Gelo tu zimanê kurdî çewa dizanî?

Alî Blgîn: Min ji despêkê 3 cild pirtúkên sade û hêsan xwendin, bi teybetî Hînker, ku Samî Tan û hevalên wî nivîsandine. Min pirtûkek bi navê gav bi gav kurdî ya ku Sadik Varli û hevalên wî nivîsandiye, xwend. Çend Roman, Bêjan, Recep Dildar. Lata Lêron, Tahir Taninha, Mercan û morî, Latif Epozdemir. Textên bilind, Mihemed Seîd Temel. Gotinên Pêşîyan, Mehmet Oncu. Kovara Nûbahar û rêzimana kurdî Celadet Bedirxan. Çirokên Efsaneyî ya, Mehmet Oncu. Selahedînê Eyubî û kurê Mîre Amedîye, Mihamed Seîd Temel. Semedê bêhrengî, wegêr Ridvan yildiz. 

Her wiha Azîz Jîlyan, Seîd Çakmak, Zeynel Abidin Zinar, Ahmed Başak, Mehmet Aktaş û Abdulkadir Bingol bi reya whatsAppê alîkariya min kirin. 

Ez yek bi yek spasiyên xwe pêşkêşî wan hevalên gelek hêja  dikim ku ked dane min. 

26. 06. 2023

Prof. Dr. Ali Bilgin

Back to top button