CîhanRojev

Li Ewropayê ji ber germa zêde 61 hezar kes mirin

 

Li gor lêkolîna ku di kovara Nature Medicine de hat weşandin, sala par di navbera 30ê Gulanê û 4ê Îlonê de ji ber germahîya zêde 61 hezar û 672 mirin hatine tomarkirin. Li gor rapora lêkolînerên Ewropî, di sala 2022an de li seranserê Ewropayê zêdetirî 61 hezar kes ji ber germa zêde jîyana xwe ji dest dane. 

Di lêkolîna ku ji hêla komek zanyarên Enstîtuya Tenduristîya Gerdûnî ya Barcelonayê û Enstîtuya Tenduristîyê ya Fransî INSERM ve hatiye amadekirin, daneyên germahî û mirinê yên di navbera salên 2015-2022 de ji bo 823 herêmên ku bi tevahî 543 mîlyon mirov li 35 welatan vedihewîne, hat kirin.  Lekolînwanan modelên cihêreng bikar anîn da ku ji bo her hefteyek havîna 2022-an mirinên bi germahîyê ji bo her herêmê diyar bikin.

 Li gor lêkolînê, sala par di navbera 30ê Gulanê û 4ê Îlona borî de 61 hezar û 672 mirin bi germahîyê ve girêdayî ne. Di lêkolînê de agahî hat dayîn ku pêla germaa dijwar bi taybet di hefteya 18-24ê Tîrmehê de bi serê xwe bû sedema mirina zêdetirî 11 hezar û 600 kesan.

Lêkolînerê INSERMê û yek ji nivîskarên raporê Hîşam Aşebak bi gotinên, “Ev hejmara mirinan pir zêde ye” bal kişand ser giranîya rewşê. Ashebak ji AFP re got: “Me bandora germê li ser mirina piştî sala 2003 dizanibû, lê bi vê analîzê em dibînin ku ji bo paraztina nifûsê hîn gelek xebatên ku bên kirin hene”.  Sazîya Îstatîstîkê ya Ewropayê (Eurostat) jî di lêkolîna xwe ya berê de hişyarî dabû ku wê pêlên germa kujer di demek nêz de zêdetir bandorê li Ewropayê bike.

Ger tedbîr neyên girtin, heta sala 2050î wê salê zêdetirî 120 hezar mirov bimirin. Digel ku dinya ji nîvê salên 1800-an û vir ve bi navînî 1,2 pileyî germ bûye, Ewropa sala borî li gor serdema pêş-pîşesazîyê dora 2,3 pile germtir bû. Lêkolîna nû texmîn kir ku heya sala 2030an, heke li hember zêdebûna germahîyê û ji bo paraztina welatîyan tedbîr neyên girtin, heya sala 2030an wê li Ewropayê bi navînî zêdetirî 68,000 kes ji ber germê bimirin. 

Back to top button