Cîhan

Li Enqere êrîşê Balyozxana Amerika kirin

Îro berê sibehê hinek çekdarên nenas êrîşê Balyozxaneya Amerika li Enqere kirin. Berê sibehê demjimêr 05. 00 hinek kesan bi otomobilekî ber deriyê Balyozxaneyê re derbas bûn û gule barandin. Di bûyerê de tu zîyanek  nebûye.Li gora agahdariya medya Tirkî piştî bûyerê polis li her deverê li tawanbara digere. Di vê derbarê de Balyozxaneya Amerika daxûyaniye da . Berdevkê balyozxaneya Amerika David Gainer di vê derbarê de got: ” Vî sibehê zû li himber Balyozxaneya me bûyerek ewlehiyê qewimî. Di derbarê birîndarbûna de tu agahdarî tuneye. Em bi xwe jî lêkolinê dikin. Polisê Tirk li tawanbaran digerin em spasiya wan dikin.

Back to top button