Li Enqere êrîşe rojnemevanên Sputnik a Rusî kirin
Li Enqere grubek nijadperest şevîdin êrîşê malên hinek rojnemevanên ku li gel Sputnik kar dikin kirin û ew bi mirînê tehdît kirin.
Şevîdin demjimêr 22.30ê de grubek kesên nenas(?), êrîşê malên 3 rojnemevanên ku li gel malpera Sputnik a Rusî kar dikin kirin. Gruba nijadperest bi şîarên“ Şehîd namirin û niştiman parçe nabe“ çûn ber deriyê rojnemevana û ew bi kuştinê tehdît kirin.
Piştî bûyerê rojnemevan serî li dezgehên ewlehiyê dan gilî li kesên êrîşkar kirin.
Di vê derbarê de koardînatora giştî ya Sputnik û Russia Todey Margarita Simonyan daxûyaniyek da. Simonyan dibêje: Hinek kesan êrîşê malên 3 karmendên me kirine.Ji bo ku karmendên me li gel Rusa kar dikin êrîşkara ew bi xiyaneta niştiman tawanbar kirine.Em çavnêrên ku, ka dê polis çi bikin. Wek din van êrîşkaran çewe malên karmendên me nas kirine? Ev jî pirseke ku ez dipirsim.