Civak

Li eniya şer çi dibe

Vê sibe li eniya Rebîe ya ser bi Mûsilê çekdarên DAİŞ’ê êrîşê çeperên Hêzên Pêşmerge kirin û di encam de şerekî dijwar derket û 4 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin.

Derbarê rewşa dawî de Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Eniya Rebîe Kameran Desko agahî dan BasNewsê û got: ‘’Êrîşên çekdarên DAİŞ’ê ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatin şikandin û ligel ku paşde vekişiyan, laşê 4 çekdaran bicîh maye û 3 kes jî bi birîndarî hatin girtin.’‘

Li eniya Bendava Mûsilê jî çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ragehand ku vê sibê çekdarên DAİŞ’ê careke din êrîşî Hêzên Pêşmerge kirine û di encam de êrîş vala hat derxistin û otomobîleke Hummer jî hat jinav birin.’‘

Ji aliyekî din ve Fermandeyê Pêşmergeyên Êzdî Qasim Derbo ji BasNewsê re got: ‘’Di şerê doh ê ligel çekdarên DAİŞ’ê 11 çekdar hatin kuştin, heta niha jî çekdarên DAİŞ’ê di nav qezaya Şengalê de ne û Hêzên Pêşmerge jî di amadebaşiyê de ne.’‘

Doh (20.10.2014) çekdarên DAİŞ’ê bi awayekî berfireh êrîşî 7 eniyên şer ên li ser sînorê Herêma Kurdistanê kirin û li hemû eniyan jî hatin şikandin. Li gor agahiyên BasNewsê, piştî ku di êrîşên doh de şikestin, çekdarên DAİŞ’ê dîsan vegeriyane cihên xwe yên berê.

Hat zanîn ku di şerê doh ê navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAİŞ’ê de li derdora Şengalê 11 çekdarên DAİŞ’ê hatine kuştun û hejmara birîndaran jî nehatiye zanîn, herwiha hemû çekdarên DAİŞ’ê jî bo cihên xwe yên berê paşde vekişiya ne.

Li eniya Rebîe û Zumar jî, di encama şer û pevçûnan de 3 çekdarên DAİŞ hatin kuştin, niha rewşa aram e û Pêşmergeyên Kurdistanê jî di amadebaşiyê de ne. Di şerê li eniya Bendava Mûsilê de jî, 18 çekdar hatin kuştin û piştre çekdarên DAİŞ’ê ber bi nav Mûsilê reviyan.

Herwiha li eniya Naweran jî ji ber bombebarankirina pêgehên DAİŞ’ê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve 8 çekdar hatin kuştin û baregahê wan jî bi tevahî hat jinavbirin. Li eniya Qere tepe jî di şerekî dijwar de 15 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin û ji piraniya navçeyan vekişiyan.(Basnews)

Back to top button