Nivîsar

Li Efrinê çi dibe? piştî Efrinê çîye?

Eve 9 rojin êrîşa Tirkiye ya li ser devera Efrînê berdewam dike. Li Efrînê çi dibe? Encama vî şerî de rewş a herêmê çîye û hêjmara kuştî û birindara bi awayek rastî nayê zanin. Li gora agahdariyên PYDê dide heta niha 50 sivîl a jiyana xwe ji dest daye û dinav de jin û zarok gelekin.Tirkiye di derbarê şer de hinek hêjmara kuştiya dide ku gelekin. Gelo ev yek çikas raste nayê zanin. Li gora daxûyaniya medya Tirka heta niha 484 şervanên HSDê ji nav birine. Tişta baş tê zanin ewe ku, qurbaniyên vî şerî xelkê sivil e , jin û zarokin. Gelek kes ji deverê bar dike û berê xwe dide cihên din.Di aliyê siyasî de rewş bi awayek rasteqênî nayê nirxandin. Şerek bi slogana, gazî kirin û propaganda nayê rêve birin.  Elbet ev şer nabê sedemên çewtiyên PYDê bête weşartin. Lê ji bo çi heta niha PYD û hêzên pêve girêdayî li xwe mikur nayên û rastiya xwe nabînin. Ev zerera herî mezin e.Tirkiye niha jî behsa devera Minbicê û heta radeyekî behsa herêma Cizîrê dike. Cihê ku li Suriye ne axa kurdabe û kurd lê nebin, şerê lê bibe ne şerê kurdaye. Lê sibehî Tirkiye berê xwe bide Cizîrê dê çi bibe?Ji berî her tiştekî divê PYD wek partiyek siyasî hêzên YPGê bi yek derbî ji herêmên ku ne Kurdistane derêxe û hemû giraniya xwe bide Kurdistanê. HSD rêxistinek şekliye û YPG divê xwe ji vê bide aliyekî û li gel hêzên din yên Kurda dewsa HSD Hêzên Kurdistanî ava bike.Heta YPG xwe ji deverên ne Kurdistane , nedê aliyekî kurd nikarin bibin yek. Gelo çima bi hezaran ciwanên kurd ji bo Dêre Zorê, Raqayê û deverên din ku ne Kurdistanê hatin kuştin? Dê YPG bikaribe muhaseba vê bike?Ji bo gelek tiştên din divê PYD li gel ENKSê rûne û rêkeftina Dihokê wek xwe bixe rojevê û li Kurdistana Rojava hêzêk Kurdistanî hevbeş ava bike û xaka Kurdistanê biparêze. Ji bilî vê tu rêyek din tuneye.Nûçe/analîz-Rojevakurd  

Back to top button