Polîtîk
Li Diyarbekirê operasyona DAÎŞê: 12 kes hatin binçav kirin!
Li Diyarbekirê li dijî rêxistina terorîst a DAÎŞê operasyonek berfireh ji aliyê hêzên dij terorê ve hate kirin û di encam de 12 şikbar hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Diyarbekirê de Timên ekîbên Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê li dijî DAIŞê operasyon li dar xistin.
Di operasyona ku serê sibê bi piştgiriya polîsên tevgera taybet hat kirin de 12 şikbar hatin binçavkirin.
Di lêgerînan de tivingên nêçîrê yên bê ruxset û malzemeyên dijîtal hatin bidestxistin.
Hat ragihandin ku li Midûriyeta Emniyetê ifadegirtin û lêkolîna di derbarê şikbaran dewam dike.