Civak

Li Diyarbekirê bûyera hatinçûnê de 3 kes mirin û 4 jî birîndar bûn

LDiyarbekirê bûyereka trafîqê de, Endamê Lijneya Rêvebiriya Navçeya Yuregîra Edeneyê ya HUDA PARê Osman Çap jî di nav de 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li Erxanî di duriyana Diyarbekir-Rihayê depêkhat. Otomobîla bi plaqeya 01 AER 742 a ku Ahmet Tekîn (36) diajot, li kamyona bi plaqeya 34 GD 4449 a ku ajokarê wê Fatîh M. li kêleka rê rawestiya bû qelibî. Di bûyerê de, Emîne Ekîncî (57), Osman Çap (39) û Aynur Tekîn (53) di maşîneyê de jiyana xwe ji dest dan, ajokar Ahmet Tekîn û Kader Ç. (37) û ajokarê kamyonê Fatîh M. û H.K. jî birîndar bû.

Piştî lêkolînê cenazeyên kesên di qezayê de mirin ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tipa Edlî.

Rêveberê HUDA-PARê wefat kir

Hat destnîşankirin ku Osman Çap ê jiyana xwe ji dest da, rêveberê navçeya Edeneyê ya Yuregîrê ya HUDA-PARê bû.

Wekîlê HUDA-PARê Faruk Dînç li ser hesabê xwe yê Xê ev daxuyanî da:

“Sekreterê me yê navçeya Edeneyê Yuregîrê Osman Çap, Aynur Tekîn û Emîne Ekîncî li Amedê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.

Balkêş e ?
Close
Back to top button