Polîtîk

Li Dihokê semînera Komara Kurdistanê li Mehabad hate saz kirin

Li bajarê Dihokê li semînarek de ku ji aliyê navenda Dost hatibû rêkxistin, tîşk xistin li ser çawayiya dirustbûna Komara Kurdistanê li Mehabad û ew guhertinên ku li wan yazdeh mehan de rû daye û her wiha sedemên ji navçûna Komara Kurdistanê hate nirxandin.

Di semînerê de ku nunerê Leqa Yek ya Partiya Demokrata Kurdistanê jî amadebû, behsa awayê damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê hate kirin, ku di heyama yazdeh mehên xwe de hin gûhertinên mezin yên weke bi fermî kirina zimanê Kurdî û avakirina nexweşxane û xwendingehên bi zimanê Kurdî û danîna Hikumeta Komarê bi Serokatiya Hacî Babe Şêx tevî çardeh wezaretan hate kirin. 

Wekî tê zanîn li roja 22-1-1946 li meydana Çarçira li bajêrê Mehabadê yê Rojhilata Kurdistanê û bi amadebûna bavê ruhî yê neteweya Kurd Barzaniyê Nemir dewleta Kurdî ji aliyê Qazî Mihemed ve hate ragihandin û piştî derbasbûna yazdeh mehan li ser temenê Komarê de, bi hevkariya welatên bi hêz yên cîhanê Komara Kurdistanê li Mehabadê ji aliyê dewleta Faris ya wê serdemê ve hate ji navbirin.

Back to top button