
Yekemîn care li tixûbê parêzgeha Dihokê du kes ji ber Korona canê xwe ji destdan, Tendirûstiya Dihokê jî dibêje: Ew du kese piştî can ji destdana wan encama pişkinîna wan derketiye ku pêketiyê Koronayê ne.
Hemze Razîkî Birêveberê Ragihandina Birêveberiya Giştî ya Tendirûstiya Dihokê ragihand: “Du kes li nexweşxaneya Gulan li qeza Akrê bi virusa Koronayê canê xwe ji destdane”.
Eve yekemîn haletî can ji destdane bi virusa Korona ku li tixûbê parêzgeha Dihokê tê tomar kirin.
Kurdistan bi giştî ———- Iraq bi giştî
Pêketî: 14.134 ———- 126.704
Başbûyî: 9.177 ———- 89.275
Can ji destdan: 551 ———- 4.805
Amarên li gor bajarên Başûrê Kurdistanê
Silêmanî
Pêketî: 8.548
Başbûyî: 5.385
Can ji destdan: 414
Hewlêr
Pêketî: 4.530
Başbûyî: 3.020
Can ji destdan: 129
Dihok
Pêketî: 581
Başbûyî: 362
Can ji destdan: 2
Helepçe
Pêketî: 475
Başbûyî: 410
Can ji destdan: 8