Civak
Li Dêrsîmê erdhej
Li navçeya Dêrsîmê Pilemûriye erdhejek bi mezinahiya 4.1 pêk hat.
Li gor ragîhandina Înstîtûta Lêkolîna Erdhej û Rasatxaneya Qendîllî ya Zanîngeha Bogazîçî
ya Stenbolê, li bajarê Bakurê Kurdistan Dêrsîmê seat di 07:15ê de li navenda Pilemûriyê erdhejek bi mezinahiya 4.1 pêk hat.
Li gor ragîhandina rayedarên navçêya Pilemûriyê ,di erdhejê de wendahiyên can û mal çênebûne, lê jiber tesîra erdhejê hin avadanî derizîne û ev yek tirseke mezin xistiye nav gelê Pilemûriyê