Cîhan

Li Den Haag Serokwezîrê Holenda û serokwezîrê Kurdistanê dicivin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyekê, li ser  vexwandineke fermî ya hikûmeta Holendayê, serdana wî welatî kir û roja 10.07.2018ê li Den Haag li ofîsa Serokwezîr, ji aliyê Mark Rutte Serokwezîrê Holendayê ve hat pêşwazî kirin.
Di civînekê de, Serowkezîrê Herêma Kurdistanê behsa têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Holendayê û bi tyabetî tîkeliyên di salên heftiyan ji sedsala borî de ku hîngê Holenda pêşwazî li penaberên kurd kir û heta digehe alîkariyên hêzên hevpeymanan di şerê dijî DAÎŞê de û berdewamiya hevkariyên di warê însanî û leşkerî de, kir.
Serokwezîr Barzanî serdana wezîrê bazirganî û geşepêdana Holendayê ji bo Herêma Kurdistanê  bilind nirxand ku di dem û rewşeke gelek dijwar de serdana Herêma Kurdistanê kir û got ku wê serdanê di wrê manewî de  ji bo xelkê Kudistanê manayeke mezin hebû û ji bona vê yekê sipasiya Rutte kir.
Barzanî ji berpirên Holendayê re behsa rewaş siyasî û xebatên pêknaîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê, giringiya beşdarî û rola aliyên kurdistanî di hikûmet û parlamentoya Îraqê de û dîtian çareseriyeke minasib ji pirsgirêk û aloziyên navxweyî yên Îraqê re kir û got ku Herêma Kurdistanê amadeye hemû pirsgirêkan bi Bexdayê re, li gor destûrê, bi rêya danûstandinan çareser bike.Her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku divê, ji bona binbirkirina DAÎŞê, zêdetir hevkarî û hevahengî di navbera pêşmergeyê Kurdistanê, arteşa Îraqê û hêzên Hevpeymanan  de hebe, bi atybetî ku li vê dawiyê liv û tevgerên çekdarên DAÎŞê li hin deveran zêde bûne.
Serokwezîrê Holendayê kêfxweşiya xwe li hember serdana Serokwezîr Barzanî û şandeya pê re  bo Holendayê nîşan, rol û mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê di têkşikandina DAÎŞê de, parastina hemû pêkhateyan bê cudahî,  pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya penaber û koçberan û ev helwesta Herêma Kurdistanê bilind nirxand, berheviya wlatê xwe nîşan de ji bona binbirkirina metirsiya DAÎŞê. Pêştevaniya çaksaziyan di nav wezareta pêşmerge de,  û herwesa, behsa têkeliyên navbera Holenda û Herêma Kurdistanê kir û got ku ew kêfxweş ku têkeliyên her du aliyan di asteke baş de ne û hîvî xwest ku ew têkelî di hemû waran de zêdetir pêşde biçin. Piştevaniya welatê xwe ya ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û aliyên kurdistanî roleke ber bi çav di hikûmet û parlamentoya nû de hebe nîşn da.
Li dor hevahengiya navbera  Holenda û Herêma Kurdistanê de, behsa wê yekê hat kirin ku şandeya Holendayê di serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê de raporek li ser pêdawîstiyan amade kiriye û niha lêkolîn li ser wê raporê tê kirin ka gelo Holenda dikare di kîjan waran de alîkariya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.
Back to top button