Civak

Li Colemêrgê 221 kîlo zêrê qaçax hat girtin

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku li Hekariyê 221 kîlo zêrê qaçax, ku eslê xwe biyanî ye û buhayê wê bi qasî 450 milyon lireyî ye, hatiye girtin.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, di daxuyaniya xwe ya medya civakî de diyar kir ku li Hekariyê operasyona qaçaxçitiya zêr hatiye organîzekirin.

Li gor vê; Di encama xebata ku ji teref Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Rêxistinî û Qaçaxçîtiyê ve hat kirin, 221 kulçeyên zêr ên qaçax ên ku bi eslê xwe ji welatekî biyanî ne û giraniya wan yek kîlo ye, navçeya Geverê di nav wesayitekê de hatin girtin. 

Di operasyonê de 3 kes hatin binçavkirin. Di piyaseyê de nirxê zêr bi qasî 450 milyon lireyî hat tespîtkirin. 

Back to top button