CivakPolîtîk

Li Ciwanên Kurdistanî doza propagandeya PKKê hat vekirin

Dozgerê Komarî yê Diyarbekirê li Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanî, bi tawana ku propagandeya PKKê kirine, doz vekir.  Cîgirê Serokê Komeleyê Roger Çager ragihand ku, ji ber wan piştî çalakiyên rizgarkirina Kobanê de, daxwaza serxwebûna Kurdistanê kirine, dozgerî wan bi tawana propagandeya rêxistinên terorî tawanbar dike. Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanî Roger Çager bal kiaşand, ku wan rexne li pergala Kantonan kiriye û xwestine ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê derfetê rizgarkirina Kobanê ji bo ragihandina serxwebûnê bikar bînîn.Yekem dadgeha doza Ciwanên Kurdistanî  îro, li Dadgeha Cezayê ya Diyarbekirê birêve çû û dê rêvebirên komeleyê, bêyî ku bên girtin, bên dad kirin. Duyemîn dadgeh dê di Cotmehê de bê kirin. 
K24
Back to top button