Li cîhanê 20 mîlyon bûyerên pençeşêrê pêk hatine

Hat ragihandin ku di sala 2022an de li seranserê cîhanê 20 milyon bûyerên penceşêrê pêk hatine û di heman salê de 9,7 milyon kes jî ji nexweşiya pençeşêrê mirine.
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) û Ajansa Navnetewî ya Lêkolînên Pençeşêrê (IARC) bi boneya 4ê Sibatê Roja Pençeşêrê ya Cîhanê raporek li ser rewşa cîhanê û penceşêrê weşandin.
Di raporê de hat ragihandin ku di sala 2022an de 20 mîlyon bûyerên nû yên pençeşêrê pêk hatine û 9,7 mîlyon mirin ji ber pençeşêrê rû dane.
Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara kesên bi pençeşêrê ketine di sala 2022an de 53,5 milyon e û wiha hat got: “Li dinyayê ji her 5 kesan 1 kes di jiyana xwe de bi pençeşêrê dikeve. Ji 9 mêran 1 û ji 12 jinan 1 ji ber pençeşêrê mirine”.
Di raporê de hat ragihandin ku di sala 2022an de li cîhanê pençeşêra pişik, memik û kolorektal herî zêde bûne û wiha dewam kir: “Bi tevahî 2,5 milyon haletên pençeşêra pişikê hebûn û ji sedî 12,4ê bûyerên nû pêk hatine. Ji ber vê yekê pençeşêra pişikê di cîhanê de cûreya pençeşêrê ya herî berbelav e. Di jinan de 2,3 mîlyon pençeşêra pêsîrê, 1,9 mîlyon kolorektal, 1,5 mîlyon prostat û 970 hezar nexweşên pençeşêra aşikê (mîdeyê) hene”.