CîhanRojev

Li Bexdayê rewşa awarte hatiye ragihandin

Li Bexdayê ji ber gefên komên çekdar, rewşa awarte ya ewlehiyê hatiye ragihandin, milîs qebûl nakin serê xwe li ber biryarên Serokwezîrê Iraqê bitewînin, komên çekdar bi eşkere li cadeyan bi wesayîtên bê plaka digerin û her dema bixwazin, nimayîşên serbazî dikin.

Rewşa niha ku derketiye holê, xelkê Bexdayê nîgeran kiriye û ditirsin şer û pevçûn di navbera komên milîs û hêzên hikûmetê de çêbibe.

Welatiyekî li bajarê Bexdayê yê bi navê Husên Zeynelabidîn li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re got: “Bêguman Iraq di qeyranekê de ye, rewşeke awarte heye û xelk ditirse, eger biryareke tekez ji aliyê dewletê ve ji bo çareserkirina milîsan neyê dayîn, bawer bikin heta 100 salên din jî Iraq dê aram nebe.”

Komên milîs bi temamî desthilata xwe bi ser bajarê Bexdayê de sepandine, bêyî guhdarîkirina daxwazên Serokwezîrê Iraqê rexne bêtir li ser hikûmet e ku nekariye hêzên çekdarî di bin fermana xwe de bihêle.

Lêkolînerê mijara komên çekdar Hadî Iraqî ji Kurdistan24ê re destnîşan kir: “Her dewletek ku navê wê dewlet be, nabe bihêle komên derqanûn bi çek nimayîşên çekdarî bikin.”

Aliyên Şîe ber bi bîranîna salvegera kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis diçin, gelek wêneyên wan li cadeyên Bexdayê hatine daliqandin, vê jî rewş aloztir kiriye, ji ber ku nayê zanîn gelo dê çend rojên din bi aramî di ser Iraqê re derbas bibe.

Back to top button