Li paytextê Iraqê Bexdayê jiyana taybet gelekî zehmete , teybetî ji bo kesên ku hûner, magazin , model û bi vî awayê civakî ve mijûl dibin mafê jiyanê gelekî bi sinore.Di van çend mehên dawî de 3 model ji bo karên dikin hatine kuştin. Ji bo vê jî gelek kesên bi van tiştan ve mijûlin û teybetî jin û keç ji Bexdayê direvin yan li welatên din yên Ereban karê xwe berdewam dikin û yan jî beşek ji wan berê xwe didin Kurdistanê ji bo jiyanek bê tirs.Piştî kuştina hinek modelan , yên din jî ji Bexdayê direvin û sedemên vê reva xwe di madya civakî de vekirî didin xûyakirin.Ji berî çend roja şah ciwana Iraqê ya berê di otomobila xwe de hate kuştin. Piştî kuştina Tara Faris , fotomodela bi navûdeng Cihan Haşim di medya civakî de da xûyakirin terka Bexdayê kiriye û jiyana xwe dê li Almanya berdewam bike. Bi dehan mînak ji van kesan hene.
Pêş
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
28/06/2025
Îran: Piştî gotinên tund ên Trump, emê ne dudilbin..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Araqçî: Ziyanên me zêde ne27/06/2025