CîhanRojev

Li Bexdayê êrîşê balyozxaneya DYA kirin

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, îşev şeva yekşemiyê careke din Balyozxaneya li Bexdayê bi roketan hat armanckirin, lê bi rêya sîstema dije mûşek bersiva êrîşê hat dan.

Helkewt Ezîz, peyamnêrê Rûdawê yê li Bexdayê dîmenê dema êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîkayê tomar kiriye û dibêje, wiha dixuye ku pêştir derbarê êrîşê de agahdarî hatibe dayîn. Çimku hêzeke mezin li navçeya Kesk a Bexdayê hatiye bicihkirin.

Li gor zanyariyan, yek ji wan roketan ku arasteyî Balyozxaneya Amerîkayê hatiye kirin, ketiye ser bînayekê li Komelgeha Qadisiyeyê ku malbateke turkmen têde dijîn, herwiha sê roket jî li nêzîk avahiya balyozxaneyê ketine, mûşekek jî li taxa Cadiriye ya Bexdyaê ketiye.

Ofîsa Ragihandina Emnî ya Iraqê derbarê vê êrişa mûşekî de ragihand “Êavara îro grûpeke neyasayî hejmarek mûşek arasteyî navçe Kesk a Bexdayê kir û diyar bû ku ew mûşek ji Kampa El Reşîdê hatine avêtin.”

Li gor Ofîsa Ragihandina Emnî ya Iraqê ji ber êrîşê ti ziyanên canî nebûne, lê ziyanên madî hebûne.

Heta niha ti grûp û aliyekê berpirsyariya êrîşa îşev a li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ranegihandiye.

Rêveberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr jî ragihand ku ew daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike rewşa awarte li Bexdayê rabigihîne û tenê supay bikar bîne bo parastina xelkê sivîl û kesên dîplomat.

Muqteda Sedr herwiha dibêje ku ew amade ye hemahengiya emnî bike bo cîbicîkirina rewşa awarte.

Pêştir parlamentoya Iraqê biryar dabû ku hêzên Amerîkî û biyanî ji wî welatî bêne derkirin, lê Sedr dibêje ku erkê parlamentoyê ye danûstandina ligel Balyozxaneya Amerîka bike “bo sînordarkirina dagirkeriya Amerîka û destêwerdana li karûbarên Iraqê.”

Back to top button