Li Bexdayê civiyan û li hev nekir
Li Bexdayê şandeya balaya herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digel Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê civiya û pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa siyasî û emnî ya Îraqê û rewşa herêmî bi giştî gotûbêj kirin.
Civîn ku, duhî roja 19ê vê mehê li Bexdayê birêve çû, di atmosfrekeî erênî û vekirî de derbas bû û xalên nakok yên navbera Hewlêr û Bexdayê û çewaniya dîtina mekanîzmekê bo çareserkirina wan pirsgirêkan ku, di berjewendiya hemû Îraqê de bin hatin nirxandin û her du aliyan; Nlêçîrvan Barzanî û Nurî Malilî xwesteke xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danûstandin û diyalogê û lihevtêgihiştinê diyar kir.
Her du alîyan li hev kir ku, li ser çewaniya gihiştina rêkeftinekê, hikûmeta Îraqê reşnivîsekê ama de bike û ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê binêre, hikûmeta Kurdistanê piştî wê reşnivîsê lêkolîn dike dê careke din digel berprisên Bexdayê bicivin.
Beriya vê civînê, şandeya herêma Kurdistanê digel Hisên Şehristanî cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê civiya bû û pirsa budce û hinartina nefta Kurdistanê gotûbêj kiribû.
Şandeya herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji Roj Nurî Şawîs cîgirê serokwezîrê Îraqê, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elê Sindî wezîrê pilandananê û çend berprisên din yên wezarerta darayî pêk tê