Cîhan

Li Bexdayê cebilxaneya Heşda Şeibî hate teqandin!

Li Bexdaya depoyeke çek û cebilxaneyan hate teqandin.

Hêzên çekdar ên Îraqê ragihand li başûrê Bexdayê di depoyeke çek û cebilxaneyan de teqînek çêbûye.

Hat zanîn ku, ev depoya çek ê cebixaneyê ya Heşda Şeibiye.

Heşdî Şeibiyê li ser teqînê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyekê de wiha got:

“Teqînek di depoya Lîwaya 42an a hêzên me de derket.

Teqîn saet 19:00ê li Fermandarîya Operasyonên Selahedîn li başûrê Bexdayê pêk hatiye.

Piştî teqînê hêzên ewlehiyê yên Bexdayê dest bi lêkolînê kirin û tîmên rizgarkirinê gihîştin cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyan ji ber teqînê ti ziyanên canî yên endamên Heşdî Şabiyê çênebûne.

Back to top button