Kultur

Li Berlînê pêşangeha şêwekariya kevalên Kurdî

Hunermendê şêwekar û xweşnivîsê Ziyad Şîno (Ziad Sheno) ku li Berlîna paytexta Almanya dijî pêşangeheke hevbeş ya şêwekarî û kevalên xwenivîsînê bi navê (Hest) li gel xanima şêwekar Mensure Yekta ku xelkê Îranê ye li galeriya Green Hill vekir û pêşangeh ji sîh û pênç kevalan pêkhatibû û 18 keval yên Ziyad Şîno bûn û 17 keval jî yên xanima Mensure bûn. Pêşangeh heta du heyvan berdewam dibe.

Her wiha Şîno got: Di vê pêşangehê da zêdetirê kevalên min bi tîpên Kurdî Latînî û Erebî li ser kevalan bi awayeke hunerî hatibûn nîşandan û ew gotinên Kurdî yên pêşiyan min veguhastibûn zimanê Almanî û bi awayeke raste rast bînerên pêşangehê ji kevalên min têdigihiştin û ji ber ku ji bo zimanê Almanî jî hatibûn wergerandin.

 

Back to top button