Polîtîk

Li ber zîndana Amedê dengên ‘Erê’

Serokê Giştiyê Partiya Saadetê  Numan Kurtulmuş ji bo guhertina 12 Îlonê got: Ne bese , roja 13 Îlonê emê hewl bidin û bixebitin ku Zagona Bingehînekî nû çêbikin.

Numan Kurtulmuş di daxuyaniyekî li ber girtîgeha Amedê de got : Şahîda herî mezin ya 12 Îlonê zindana Amedê ye . Wekî zindanên Metrîs û Mamak binpêkirina mafên mirovan û îşkenceyan , mirin û înfazan demên tariyên Tirkiyeyê ne. Ew rojana wekî demên tarî li dîrokê  hatiye nivîsandin.

Divê Tirkiyê ji bo demokrasiyê kêmasî û xetayên xwe yê berê re rû bi rû bimîne. Em mecburin ku cesarata xwe nîşan bidin.

Referandumê ku di pêşiya me de ye ji bo maf û adalet kême û têr nake lê em di wê qenaatê de ne ku ew guhertinana pêşiya milletê veke û em wisa difikirin ku piştî guhertinê em dikarin hesab ji berpirsyarên 12 İlonê re bipirsin.

Em welatekî wisa dixwazin ku pêşîvebûna maf û azadiyan û ji bo her kes û ji bo hemî millet ji kîjan bawerî û ol dibe bila bibe wekheviyekî bi giştî dixwazin.

Back to top button