Grupeke kurdan li dijî Sosiyaldemokrat derketin

Berî heyamekî Partiya Sosiyaldemokrata Swêdê nameyek ji serokatiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê re şand bû û tê de daxaz jê kir bû ku şandeyeka YNK-ê bi serokatiya mela Bextiyar serdana Swêdê bike û di nav kurdên Swêdê de ji bo ku beşdarîyê di hilbijartinên 19-ê îlonê yên parlament, civata wîlayetan û civata şarederiyan de bikin kampaniyaya hilbijartinê bike.
Grupa kurdên nava Partiya Sosiyaldemokata Swêdê di beyanameyekê de li dijî helwestê Partiya Sosiyaldemokrata Swêdê derketin û ew daxaza Sosiyaldemokrata bi daxwazeke şaş wesif kir.
Kurdên nava Partiya Sosiyaldemokrata Swêdê di beyanameya xwe de dibêjin:
– Me bi rêya hindek kanalên medyayê zaniye ku ji bo kampaniyaya hilbijartina, Partiya Sosiyaldemokrata Swêdê daxwaza alîkariyê ji YNKê, da ku revenda kurd teşwîq bikin di 19ê îlonê de dengê xwe bidin, kiriye. Weke em hatine agadar kirin li ser daxwaza we YNK dê di 10.09.2010-ê de şandeyekê bi serokatiya mela Bextiyar ji beşdarîkirinê di kampaniyaya hilbijartina de serdna swêdê bike.
Grupa di nava Partiya Sosiyaldemokrata Swêdêd ê di nameya xwe de dibêjin: Em bi dilsozî ji we ra dibêjin û Partiya Sosyaldemokrat agahdar dikin ku ev karê we kirî ji bo we qazanc nake lê dê xisareteke mezin bigihîne we.
Grupa di nava Partiya Sosiyaldemokrata Swêdê dê, daxwazê ji Partiya Sosyaldemokrat dikin ku daxaz xwe di ber çavan re derbas bikin û ne pêwîste şandeyeke YNK ji bo kampaniya hilbijatina bê Swêdê jiber ku xisareta wê ji fêdeyê wê gelektire.