Cîhan

Li Belçîkayê êrîşa terorîstî: 2 Swêdî hatin kujtin

Doh (16ê Cotmehê) danê êvarê li paytexta Belçîka Brukselê êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 2 kes mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû. Kesên ku rastî êrîşê hatin 3 welatîyên Swêdê ne ku ji bo şopandina maça Belçîka-Swêd li Brukselê bûn. Piştî êrîşê maça Belçîka-Swêd hat betalkirin. Çekdar îro danê sibê ji alîyê polîsan ve hat gulebarankirin. Êrîş li gor saeta Belçîkayê saet di 19:15’an de hat kirin. Hat ragihandin, êrîşkarê ku di êrîşê de tivinga otomatîk bi kar aniye, piştî êrîşê reviyaye.

Li gor agahîyên ji çapemenîyê de hatin girtin, êrîşkar dema gulebaran dikir bi dirûşma “Allahû Ekber” diqîrîya. Li alîyê din li ser hesabê facebookê yê êrîşkar vîdyoyek jî heye ku tê de dibêje wî 3 welatîyên Swêdê kuştiye. Ev kes di vîdeoyê de dibêje ku ew ” şervanê rêya xwedê ye” û dibêje: “Em ji bo îmana xwe dijîn û dimirin”.

Êrîşkar hat gulebarankirin Polîsan êrîşkar girt. Li gor nûçeyên ku di çapemenîya Belçîkayê de cîh girtin, êrîşkar li nêzî kafeyek li taxa Schaerbeek hatiye gulebarankirin.

Wezîra Karên Navxweyî Annelies Verlinden ji VRT ê re daxuyand ku êrîşkar “bêtesîr bûye” û bi çeka ku êrîş pêk aniye hatiye girtin. Verlinden anî zimên ku dibe êrîşkar li ser rêya nexweşxaneyê miribe. Êrîşkar kî ye? Li gor nûçeyên çapemenîya Belçîkayê, êrîşkar Slayem Slouma (45) e û bi eslê xwe Tûnisî ye û li navçeya Schaarbeek dijî. Tê zanîn ku Slouma endamê DAIŞê ye.

Lêpirsîna terorê ya di derbarê êrîşê de berdewam dike. Serdozgerîyê ragihand ku tu eleqeya êrîşê bi bûyerên navbera Îsraîl û Hamasê re nîne.

Endamê Belçîka yê Komîsyona Yekîtîya Ewropa yê ji edaletê berpirsyar Didier Reynders, diyar kir ku êrîş ji ber “terorîzma Îslamî” hatiye kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button