Cîhan
Li Behra Egeyê karesateke din a penaberan rû da.
Keştiya ku penaber tê de bûn li girava Egrîboxazê binav bû, herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 30 kes jî winda bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Dewletê ya Yewnanîstanê AMNA’yê, li herêma ku keştî binav bû bi giştî 20 cenaze hatin dîtin.
Li gorî îfadeyên penaberên ku ji qezayê rizgar bûne, di keştiyê de 68 kesên ji Misir, Afganîstan û Îranê hebûne.
Piştî ku keştî binav bû 12 kes hatin rizgarkirin û ji 30î zêdetir penaber hîn jî windane.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Yewnanîstanê de cih girtine, ji miriyan 13 zarok