Li Batmanê semînera dewlemendiya Folklora Kurdî
Li Batmanê semînerek bi navê Dewlemendiya Folklora Kurdî li salona konferansê ya Xurfeya Bazirganiyê ji aliyê komeleya Nûbiharê ve hate kirin.
Semîner 29ê Adarê saet 19.30 dest pê kir û saet 21.30 bi dawî bû.
Nivîskar û lêkolînerê Kurd Zeynelabidîn Zinar li ser dewlemendeya Folklora Kurdî bi mînakên cuda cuda rawestiya û hêza wê ku çewa tesîra erênî dike şirove kir.
Zinar berî ku dawî li semînera xwe bîne, weha got:
”Dema ku mirov bi têgihîştina folklora xwe rewşen dibe, mirov girêdana reha xwe ya nijadî, saxlem dibîne. Mirov êdî xwe bi bav û kalên xwe serbilind dike. Tiştê herî girîng ev e ku mirov êdî xwe ji kirina xirabîyan dide paş. Herweha bawerîya mirov pir zêde bi mirov çêdibe. Mirov pir dixwaze ku şexsîyeteke rind bigire.
Mirov dixwaze ku di her karê xwe de serkeftî bibe.
Mirov hertim xwe berpirsyar dibîne ku destên alîkarîyê dirêjî belengaz bike. Û bi dehan xeysetên baş ên wisa…
Ji ber van giringîyên ku hatin gotin, îro pêdivîya kurdan pir heye ku berhemên folklora xwe bixwînin û bi zarokên xwe bidin xwendin. Xasma jî, dê û bavên kurd, zarokên xwe bi çîrokên Folklora Kurdî mezin bikin. Ji wan re çîrokên rawilan bibêjin, meselokan bibêjin, pêkenokan bibêjin, serpêhatîyan bibêjin, heyranok û payîzokan bibêjin, şîret û nesîhetên bav û kalan bibêjin, şîroveya Gotinên Pêşîyan bibêjin, klasîkên kurdî bi wan bidin naskirin, herweha xwezaya Kurdistanê jî bi wan bidin naskirin.”
Nûbihar xelatek dan Zeynelabidîn Zinar
Piştî bi dawîbûna semînerê, rêveberiya Komeleya Nûbiharê xelatek jî da Zeynelabidîn Zinarî û dilxweşiya xwe pêşkêş kiriye.
29/03/2013
Rojeva Kurd/Batman