Rojev

Li Başûr YNK pişgiriya siyaseta PYDê dike

Di rastiya xwe de herkes dizanê ku her demî Salih Muslim û serkirdeyatiya PYDê bi awayek berdewamî li Hewlêr mêvanê Divana Serokatiyê bûn. Li Otêlên herî baş de pêşwaziyek bi germ ji bo wan dihata kirin. Heta radeyekî qîmêtê ji bo wan dihata girtin ji berpirsên hemû partiyên din zêdetirbû.

Vê yekê herkes dizanê û herkesî jî didît. Lê kesek vekirî ev yek rexne nakira. Herkesekî piranî jî berpirsên din yên partiyên Kurdistana Rojava ev yek di civatên taybet de  rexne dikiran û gazindan gelekî zêdebûn.

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ji bo pêkanîna yekitiyekî di nava Kurdên Rojavayê Kurdistanê de gelek hewldanên hêja kirin. Di encama van hewldanan de ENKS û desteya Bilind hate damezirandin. Hemû aliyên siyasî di nava Desteya Bilind de cîhê xwe girt. Lê di pratîkê de PYD gûh nedida kesekî hemû ji bo berjewendiyên xwe bi kar dianî. PYDê endamên partiyênd rewand,girt û kuştin.

Wek din pêwendiyên PYDê li gel rejima Suriye dihat zanîn û serokatiya Hêrêma Kurdistanê ji herkesekî bêhtir bi hemî awayî ji van pêwendiyan agahdarbû.

Li himber hemû niyeta pakij PYDê hewldanên Kurdistana Başûr suîstimal dikira. Salih Muslum gelek caran di medyayê de axavtinên xirab ji bo serokê Kurdistanê digotan. Lê dema dihat Kurdistanê ev yek inkar dikira yan jî doza lêborînê dikir.

Tu cara desthilatdariya Kurdistanê sinorê pêşxabûr li ber Kurdên rojavayê Kurdistanê negirtiye. Lê PYDê gelek bi zanebûn propagandeyek xirab di vê derbarê de kir.

Di rastiya xwe de PYD di nava projeya valekirina Rojavayê Kurdistanê ji Kurdan de cih digire. Mademkî desthilat di Rojava de di destê PYDê de ye, başe ev kurd ji ber kî direviyan û direvin?

Niha em rewşa PYDê û siyaseta wan dizanin. Gelek caran li ser vê yekê dîtin hatine gotin. Lê di rastiya xwe de di vê pirsê de kêmasî û xeletiya tevgerên Başûr û hinek dezgehên desthilta Kurdistana Başûr jî hene. Mirov dikare bêje ku  helwest û çewtiyên van dezgehan jî heta radeyekî rê da ku Salih Muslim van gotinên ne di rêde bêje û PYD jî siyaseta xwe ya çewt  berdewam bike.

Di siyaseta Kurdistana Rojava û pêwendiyên ku li gel rejima Suriye heyîn de, tu cudabûnek di navbera siyaseta YNKê û PKKê de tuneye. Di siyaseta Suriye bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybet de,YNK û PKK di nava hevkariyekî de ne. Ev babet bi serê xwe dibê sedema siyaseta çewt ya PYDê di derbarê Kurdistana Başûr û hemû Kurdistanê de.

Pêwiste ku ev dezgehên desthilatdariya Kurdistanê rewşa xwe û karên di derbarê Kurdistana Rojava de kirîn û dikin berçavre derbas bikin. Di vî warî de kêmasiyên xwe bibînin û xwe yekserî û serast bikin.

27.10.2013
Dara Bilek

Back to top button