Li Balucistan a Îranê herî kêm 11 polîs hatin kujtin
Li gor ajansên hikûmî yên Îranê, navendek polîsên Îranê li herêma Sîstan-Belûçistanê bû armanca êrîşên “cîhadîst”. Di êrîşa li dijî qereqolê de herî kêm 11 polîs hatin kujtin.
Di êrîşê de hin cerdevan jî birîndar bûn. Alîkarê Waliyê Eyaletê Alîreza Merhametî jî daxuyaniyek da û êrîşa li bajarê Raskê piştrast kir.
Merhametî anî zimên ku rêxistina cîhadî-sunnî ya bi navê Ceyşül Adl (Artêşa Edaletê) berpirsyariya êrîşê girt ser xwe û di êrîşê de gelek çekdar hatin kujtin.
Ceyş El-Adl li herêmê wek komek ku li dijî rejîma Îranê şerê çekdarî dike tê naskirin. Ceyş el-Adl îdia dike ku mafên gelê Belûç ên sunnî li herêmê diparêze û ji aliyê Tehranê ve wek rêxistinek terorîst tê dîtin.
Nifûsa Sîstan-Belûçistana ku dikeve ser sînorê Îran û Efxanistanê 2,5 milyon e. Qaçaxçîtî û bazirganiya madeyên hişber jî li herêmê bi sedema nêzîkbûna her du sînorên Efxanistan û Pakistanê û ji ber ku erdnîgariyek bêpar ji rejîma Îranê ye, tê kirin.
Têkiliyên etnîkî û mezhebî yên gelên ku li herêmê dijîn, li ser sunî û şîe hatine dabeşkirin.