Nivîsar

Li Bakûrê Kurdistanê hewcedariya perwerdeyeke nû ya sınıfa siyasî heye…

Ez jî, ji wan kesan bûm ku min ev kêmasiya didît. Hezar mixabin piraniya siyasetvanên Bakûrê Kurdistanê ev rastiya qebûl nekirin. Xwe nûjen nekirin û xwe neguhertin. Rastiuya xwe nedîtin.

Îbrahîm GUÇLU

Li Bakûrê Kurdistanê, bes Tevgera Neteweyî tasfiye nebû. Di hemande de di seriyê siyasetvan û xwendayên Bakûrê Kurdistanê de tevliheviyek çêbû; cehalet û  nezaniyeke xirab dest pê kir. Loma jî ew kesên xwediyê ceribandinên 40-50 salî ya siyasî  ne, di tevgera xwe ya vê demê de helwesta gelek prîmîtîv û paşvamayî nîşan didin. Bi wateyeke din, ferdên sinifa siyasî û xwendayên Bakûrê Kurdistanê ji xwe re û jî dîroka xwe re biyanî bûne.Bila heqeret nayê hesabındin, sinifa siyaî ya Bakûrê Kurdistanê nizane çi bike!!! Loma jî ji bona xwe riyeke taybet nemeşînin, şopangerên sîstem û rêxistinên duho û yên heyî, bi taybetî jî şopangerên rêxistina kurdkûj û projeya dewleta Tirk ya operasyonal PKKê ne.

Loma jî divê li Bakûrê Kurdistanê her tiştek jinûve bê terîf kirin û şirove kirin. Ji bona sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê perwerdeyeke nû dest pê bike. Lê ji bona vê yekê jî divê sinifa siyasî rastiya xwe qebûl bike. Heger sinifa siyasî ji rewşa xwe razî be, wê demê tiştekî zêde bê kirin tune ye. Derdê wan jî derman nabe.

Hîç şik tune ye ku beriya derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî jî sinifa siyasî kâmil û bi her awayî zanyare û xwediyê ceribandinê nebû. Ew rastiya wê demê ji aliyê gelek siyasetvanên milî ve dihat tespît kirin, dihat şirove kirin, ji bona ku mijar çareser bibe jî pêşniyar dihat kirin. 

Ez jî, ji wan kesan bûm ku min ev kêmasiya didît. Hezar mixabin piraniya siyasetvanên Bakûrê Kurdistanê ev rastiya qebûl nekirin. Xwe nûjen nekirin û xwe neguhertin. Rastiuya xwe nedîtin.

Loma jî hemû rêxistin û partiyên Bakûrê Kurdistanê parçe bûn. Roj bi roj hêz û qeweta xwe, qedir û qiymeta xwe wenda kirin.

Wê demê bi awayekî bersîvdana wan ya Tevgera Neteweyî, nisbî xûrtbûna partî û rêxistinên Kurdistanê bû sedem ku ew pêşiya xwe nebînin. Loma jî hemû rêxistinên Bakûrê Kurdistanê di nav demê de girêdayî gelek sedeman jî parçe bûn. 

Piştî derbeya  leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî ev rastiya hîn zelal derket holê. Lê dîsa jî sinifa siyasî ev rastiya nedît. Xwe perwerde nekir û xwe nûjen nekir. Dema li lîteratura wê demê bê mêzekirin ev rastiya tehl aşkere tê dîtin. Analîz û nirxandinên wê demê dê diyar bikin ku sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê ji rewşa xwe kêfxweş û xoşbîn e.

Loma jî di navbeyna 1980-1990î de xebatên partî û rêxistinan, xebata yekîtiyê her ku çû paşve çû. Lawazbûnê dest pê kir. Lê sinifa siyasî dîsa jî, ji xewa kur hişyar nebû. Derûdora xwe û rastiya xwe û rastiya rêxistin-partiyên xwe û rastiya Tevgera Bakûrê Kurdistanê nedît.

Piştî salên 1980yî min û gelek siyasetvanên din ev rastiya xwe û sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê tespît kir. Ez gorî wê jî tevgeriyam. Hezar mixabin bi giştî jî guhertinek çê nebû. Her ku çû ber bi xirabiya rewş herikî. 

Di sala 1992an de HEVGIRTIN-Partiya Demokrat ya Kurdistanê bi destê sinifeke siyasî ya entellektuel a xûrt ava bû. Lê di kongreya damezrênêr de derket holê ku her çiqas em projeyeke nûjen û demokrat jî ava dikin, lê damezrênêr û berpirsiyarên wê vê projeya li hev nakin.

Damezrênêra armanca damezrandin, avakarên damezrênêr û navê partiyê fahm nekirin. Rê û rêbaz dema ku dihatin tespît kirin, siyaseta kevneşop dihat meşandin.

Loma jî ez di wê baweriyê de bûm ku heger berpirsiyarên partiyê perwerde nebin û nayên guherandin piştî demekê HEVGIRTIN-PDKê dê belav bibe. Hezar mixabin wusa jî bû.

Dema Partiya Kîtlewî ya Demokratîk hatavakirin, heman bela û nexweşî hat serê wê jî. DKP nebû partiyeke rasteqîne. Nebû partiyeke gel. Her çiqas ji bona xwe digot ku “ez partiyeke lîberal demokrat im”, wek partiyeke elîtîk û bi taybetî jî wek partiyeke serokî a otorîter ma.   

HAK-PAR di sala 2002an de avabû. Ez jî damezrênêrê HAK-PARê bûm. Wek proje di avakirina HAK-PARê de roleke min ya girîng hebû. HAK-PAR modeleke nû ya siyasî bû. Ev modela di destûr û rêbaza wê de bi xetên qalind hatibûn diyar kirin û ji partiyê heyî jî xwediyê ferqeke mezin bû. Loma jî hewcedarî bi zanyariyeke nû û qadroyeke nû ya têgihiştî hebû. Damezrênêr û rêvebirên partiyên jî ji bona vê bi her awayî kamil nebûn.Ji kevneşopiyeke kevn û nebaş dihatin.  

Loma min di civîna yekemîn û an jî duyemîn ya Meclîsê de ev kêmasiya anî rojevê. Min pêşniyar kir ku di destpêkê divê em berpirsiyarên serokatiyê û pişt re jî endamên Meclîsa û pişî wan jî endamên partiyê perwerde bibin. Ji bona vê jî min sê pêşniyar kir. 

Pêşniyara yekemîn (1): Em dikarin di hûndirê partiyê de bi mamosteyên taybet û zanyare vê perdwerdeyê dest pê bikin. 

Pêşniyara duyemîn (2). Di hûndirê zanîngehekê de ji bona siyasetvanan dibistanek û perwerdeyekê dest pê kiribû. Min pêşniyar kir ku em serî li wê dibistanê bidin. Bibin xendevan.

Pêşniyara seyemîn (3): Li Ewrûpayê dibistanên siyasetê yên partiyan hene, em dikarin bi wan re danûstandin bikin. Ji wan di vê mijarê de alîkarî bixwwazin.

Hezar mixabin me nikarî em vê projeyê pêk bînin. Berpirsiyarên partiyên ev pêşniyara, ji bona xwe wek biçûkxistin şirove kirin.

Piştî demekê Grûb/Civata Lîberal pêşniyarek ji me re anîn. Tê zanîn ku  wan di hemû mijaran da, mijara partiyan de, di mijara sîstem û rejîman de, di mijara îdeolojiyan de, di mijara polîtîkaya-ekonomiyê de û di gelek mijarên din de ciwan perwerde dikirin. Wan pêşniyar kir ku ciwanên me li bajarên em dixwazin perwerde bikin. Berpirsiyarên partiyê, li dij derketin. Sedema li dij derketinê jî ew bû ku Civata Lîberal dê ciwanên me lîberal bikin.

Hezar mixabin HAK-PARê bi sinifa siyasî ya kevneşop pêş neket. Belav bû. Di encamê de bû du beş.

Nûha jî ciyê li sekinî, ciyekî pozîtîf nîne. Nebû partiyeke kîtlewî û ya gel.

Heman rastî ji bona partiyên din jî derbas dibe.

Di mêjiyê sinifa siyasî de di mijara partî, rêxistin, tîfaq, hevkarî, eniya milî de, di stratejiya tevgera milî de, di têkoşîna tevgera milî de, di mijara PKKê de,  tevlihevî û nezaniyek mezin heye.

Sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê xwediye felsefeyeke milî ya hevbeş û kur jî nîne. 

Sinifa siyasî loma rewşa Tevgera Milî ya Bakûrê Kurdistanê nikare tespît bike.

Loma jî sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê hewcedarî perwerdeyeke nû ye. Ji bona vê her siyasetvanek, partî û rêxistinek ji bona xwe divê  rê û rêbazekê  diyar bike.

Ji bona perwerdeyeke nûjen, divê sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê xwe ji çand û kevneşopiya dema şerê sar, ew îdeolojiyên cemidî û li dijî neteweyan û gel xwe xelas bikin.

Tê gotin ku “qanûnên baş girîng e. Lê ji qanûnên baş girîngtir qadiyên qanûnan tetbîk bikin girîng in.”

Hîç şik tune ye ku sîstem girîng in. Lê ji sîsteman girîngtir, ew kesên sîstemê bimeşînin, girîng in..

Di partî û rêxistinan de jî, gotin, program, biryar, rêbaz girîng in. Lê ji wê girîngtir mijar, kesên wan bernameyê, destûrê û biryara tebîq bikin, girîng e.

Diyarbekîr, 26 Sibat 2021

Back to top button