Li Bakur partiyek nû: PAK
Axaftina Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik
Wan navê xwe kolan li Bircên Diyarbekirê, li Dêrsimê, Li Agirî, Mehabad û Silêmanîyê , li Qamişlo û li Barzan.Ew Şêx Seîdê kal bûn, ew Seyid Riza, İhsan Nûrî,Qazî Mihemed, Şêx Mehmûd Berzencî û Mele Mistefa Barzanî bûn .Em neviyên wan in, em berdewamiya ked û emeg û têkoşîna wan in.
Wan navê xwe kolan li deşt û çiya û zindanan, li gund û bajaran.Ew pêşmerge bûn, gerîlla bûn, siyasetvan, nivîskar, rewşenbîr û xebatkarên miletê xwe bûn.Ew gundî ,bajarî ûn, karker bûn,karsaz bûn, şêx bûn, xwedî eşîr bûn, mihendîs, diktor, ewûqat û mamosta bûn.Ew jin bûn , mêr bûn, xort bûn. Ew miletê me bûn. Em berdewamiya wan in. Emê ked û emek û xebata wan li gorî şerd û pîvanên nuh yên cîhanê û li gorî pêwîstiyên welatê xwe, ji nû ve bihûnin û rêyeke Kurdistanî ji xwe re vekin. Em bi dilsoziya xwe, wê alaya ku eve 200 sale ji destê wan neketiye hildigirin û mizgîniya Partiya Azadiya Kurdistanê, bi navê kurtî mizgîniya PAKê didine we. PAK li miletê me , li welatê me pîroz be.
Mêvanên bi rûmet, hevalên hêja, xuşk û birayên delal,
Bi van hest û bîr û rayên xwe yên , bi rêz û hurmeta xwe ve ez xêrhatina xwe dikim, merheba ji we re.
Beriya her tiştî, ez dixwazim bi hestên xwe yên Kurdistanî rêz û silavên xwe yên ji dil ji wan şervanên jibo Şingalê û jibo Kobanê liber xwe didin pêşkêş bikim. Ew pêşmergeyên qehreman yên jibo rizgarkirina Şingalê , jibo parastina Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê bi can fedayî tedikoşin, ew şervanên ku li Kobanê li himber DAIŞê bi qehremanîyeke bilind li berxwe didin, ew birayên me yên dilpak em bi can û dil bi we re ne.Têkoşîna we têkoşîna me ye.
Li vê derê careke din bi giramî, bi rêz wan şehîdên dilpola bibîr tînim, li ber wan giyanê xwe ditewînin.
Belê îro careke din jî xêrnexwaz û dijminên miletê Kurd li Başûr û Rojavayê welatê me dixwazin bi qetlîam û jenosîdan miletê me qir bikin. Wek ku hûn jî dizanin, birayên me yên Êzidî tûşî hewleke hovane ya jenosîdê bûne. Dixwazin têkoşîna miletê me bişkînin. Lê wê bisernekevin. Çawa ku, jenosîdên Helebçe û Enfalê bûne destpêka Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, ez bawer dikim ku, Şingal û Kobanê jî dê bibin destpêka yekitiyeke rasteqîn ya neteweyî û destpêk dewletbûna Kurd û Kurdistanê. Belê Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê, bi piştgiriya konjonktura herêmî û ya nevneteweyî , lê bi xêra yekitiya neteweyî hate damezrandin û disa bi xêra yekitiya neteweyî nuha hatiye ber deriyê dewleteke serbixwe. Îro jî, şerdên herêmî û yên navneteweyî firsendên zêrin aniye pêşiya me.
Heger îro li Rojavayê Kurdistanê yekitiyeke bi îstikrar û li ser berjewendiyên neteweyî pêk were , eve dê bibe destpêka çarenûsiya miletê me, li Rojavayê Kurdistanê.Belê, yekitiyên neteweyî, yên ne li ser hesabê xelkê, dê me li her çar perçeyên Kurdistanê jî bigihîne azadî û dewletbûnê.
Bi rastî jî îro em di pêvajoyeke gelek hesas û dijwar de derbas dibin.
Kürdistan îro careke din bûye cîhê şer û pevçûnê.Piştî Şingalê, li Kobanê jî dijminên miletê Kurd qatilên DAIŞê ajotine ser miletê me. Li vê derê jî hewla jenosîdekê hatiye plan kirin.Lê li Kobanê jî birayên me yên dilpak liber xwe didin, Kobanê diparêzin. Jibo piştgiriya berxwedana Kobanê li Bakurê Kuristanê û li Tirkiyê, serhildaneke girseyî hate lidarxistin.Lê hêzên dewletê tehamulî van xwepêşandana nekirin.Di encama êrîşên dewletê de nêzîkî 40 mirovên me hatine qetilkirin.
Di berdewamiya van xwepêşndana de, mixabin, hinek xwepêşanderan êrîşî avahiyî, dikan, mal û milkê xelkê jî kirin. Zerareke mezin gîhandin xelkê.Ew protesto û serîhilanên meşrû yên girseyî , bi van êrîşên ku nayên qebûl kirin, ji rêya xwe ya meşrû derket. Ev êrîşên bi vî rengî zerarê digihîne berxwedana Kobanê jî, digihîne gelê me û têkoşîna me jî.
Herweha di berdewamiya van xwepêşndana de, hin destên tarî careke din xwestin ew senaryoyên ku Kurdan bi destê destê Kurdan bidine kuştin, pêk bînin. Bi êrîşên bi vî rengî hinek mirovên hatine kuştin.Belê bi berpirsiyarî û hişyariya miletê me û bi ya dor û berên siyasî, em bawer dikin ku, tu alî dê rê nedine provakasyonên bi vî rengî. Divê em hemû Kurd, li cem xwe ‘’şerê nevxweyî heram bizanibin’’ û vê bikin prensîbeke esasî ya xebatên siyasî.
Di vê pêvajoya ku em partiya xwe îlan dikin de, hinek gavên baş, yên ku hêviyên me geş dikin jî têne avêtin.Li Başûrê Kurdistanê, bi însiyatîfa Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî , careke din partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hatine cem hev. Em hêvî dikin ku ev hevdudîtinên ENKS û PYD ê dê li ser esasê berjewendiyên neteweyî bigihêje encameke erênî.Û em hêvî dikin ku aqîbeta van dayin û standinan jî nebe wek ya Mitabaqata Hewlêrê. Îro li Rojavayê Kurdistanê pêwîstî bi yekiteyeke neteweyî ku îdareyeke hevbeş ya siyasî, eskerî,aborî, civakî û kulturî pêkbîne heye. Divê hemû alî di nava vê îdareye hevbeş de cîh bigirin. Ev yekitiya neteweyî ya rasteqîne dê deriyê mafê çarenûsiyê ji gelê me yê Rojava re veke.
Ez ji vê derê , Rêzdar Mesûd Barzanî û aliyên siyasî yên Rojava, ji ber vê gava wan ya dîrokî û neteweyî pîroz dikim.Silavên xwe pêşkêşî wan dikim. Em hêvî dikin ku dê rojekê ji rojekê zûtir, li Rojava yekitiyeke neteweyî were danîn. Û em bawer dikin ku gava ev yekitiya neteweyî, siyaseteke ku bi dewletên cîhanê yên ku li dijî DAIŞê û dijî Beesê ne, li hevkirî bimeşîne, dê rêya serkeftinê xurttir bibe.
Wekî hûn jî dibînin, em di vê pêvajoya hessas û dijwar de partiya xwe îlan dikin.Eve nêzîkî 2 salan e ku em vê xebatê dimeşînin.Lê êdî em gihîştin wê qeneetê ku divê em partiya xwe damezrînin.û me Partiya Azadiya Kurdistanê damezrand.
PAK, berhemê xebateke bi fedekarî û dilsoziyê hatiye hûnandin e. Li ser banga 11 kadroyên Kurd di roja 27 ê Nisana 2013 an de , li Amedê bi beşdariya nêzîkî 400 kesî civînek hate lidarxistin. Di vê civînê de ji bo avakirina partiyeke Kurdistanî gaveke ewil hate avêtin. Û jibo organîze kirina vê xebatê ‘’Komîsyona Diyalogê ya jibo Projeyeke Siyasî ya Nû’’ hate danîn.Komîsyona Diyalogê, 6 mehan li Kurdistanê, li Tirkiyê û li Ewrûpa gelek civîn û dayin û stendin pêk anî. Piştî van xebatan, li Amedê di 19 û 20 ê cotmeha 2013 an de civîneke berfireh hate lidarxistin. Di vê civînê de jibo avakirina partiyeke Kurdistanî, gaveke din hate avêtin. Û bi navê Hewldana Partiyeke Kurdistanî(HPK) biryara geş kirina xebatê hate dayin.HPK ê di encama xebateke yek salî de, gihîşte vê qonaxê û nuha em mizgîniya PAKê didine we. PAK berhema ked û emek û dilsozî û fedekariya hemû xebatkarên ji destpêka heta îro ne.Ez hemû hevalên ku keda wan di vê xebatê de hene ji can û dil pîroz dikim. Spasiya wan dikim.Û hêvî û bawer dikim ku emê pêkve, vê xebatê geştir û xurttir bikin.
Mêvanên Hêja, Hevalên Delal
Em li vî welatî dijin, tiştên li vî welatî diqewimin bi her awayî tesîrê li jiyana me ya îroyîn jî, li pêşeroja me jî dikin.Jiber vê yêkê jî , em nikarin bêdeng bimînin, em nikarin wekî temaşevanekî li biryarên ku li ser qedera me tên stendin temaşe bikin.Em dixwazin di derbarê qedera îro û sibêya xwe , ya zarokên xwe,ya malbat û eqreba û hezkiriyên xwe, ya miletê û welatê xwe de xwedî maf bin, xwedî soz bin, xwedî desthilat bin.Eve jî dikare bi rêxistinbûyinê, bi organîzebûyinê pêk were.Em dixwazin bi partiya xwe, li pêşeroja xwe xwedî derkevin.Em mafê xwe yê azadiya ramanî û bi rêxistinbûyinê bikar tînin.
Dewleta Tirk , ji 90 salî zêdetire ku hebûna me înkar kiriye. Bi siyaseta înkarkirinê, asîmîlasyon û qirkirinê xwestine me û hemû maf û azadiyên me ji holê rakin. Jiber vê yekê jî PAK, dengê zarokên vî miletî ne ku, ji van siyasetan re dibêjin ‘’êdî bes e’’. Em ji hemû xeletî, şaşitî û neheqiyan re dibêjin ‘’êdî bes e’’.
Bi salan dewleta Tirk bi profesorên xwe dan nivîsandin ku, ‘’Kurd tune ne; ewên wek Kurd tên zanîn di eslê xwe de ‘Tirkên çiyayî’’ne.Bi çîrokên ‘’kart û kûrtê’’ gelê Tirk xapandin. Gotin temama kesên li ser vî erdê ku bi navê ‘’Cimhûriyeta Tirkiyê’’ hatiye navkirin dijîn ‘’Tirk’’in.Gotin li ser vê erdnîgariyê ‘’yek dewlet, yel al, yek welat, yek millet’’ heye.
Bi dehan salan bi vê aqiliyetê , bi vê siyasetê, li Koçgiriyê, Amedê, Dêrsimê li Agirîyê, bi hezaran însanên me hatin qetil kirin. Mafê çarenûsiya miletê me, daxwaza miletê me ya jibo wekheviyê, demokrasiyê,edalet û azadiyê hate pelçiqandin.
Eve ji 90 salî zêdetir e, ne bes mafê azadiya ramanî û birêxistinbûyinê ya miletê me, hebûna miletê me jî nehatibû qebûl kirin.Temama qanûn û qanûnesasiyan li ser aqiliyeta tunebûn û tune kirina miletê kurd hatibû damezrandin.Têkoşîna miletê me ya rewa jî her bi rêya şîddetê, bi rêya darbeyên leşkerî, bi rêya qanûnên taybet xwesitine bifetisînin.
Baş e, li gel van hemû kiryar û helwest û siyasetên hatine maşandin, îro em gihîştine kê derê? Kê çi qezenc kir, kê çi wenda kir? Vê siyaset Dewleta Tirk çi da gelê Tirk û Tirkiyê û çi jê bir; çi da miletê Kurd û Kurdistanê û çi jê bir ?
Îro êdî tu kes nikare, li wan muzeyan, muzeyên ku jenosîd û şerma mirovayetiyê tê de tên pêşkêş kirin jî , ji wan çîrokên dibêje ‘’Kurd ,Tirkên çiyayî ne’’ cîhekî bibîne. Suc û gunehê vê siyasetê ji yê jenosîdan jî girantir e.
Belê, îro êdî hebûna Kurdan tê qebûl kirin. Di derbarê ziman û çanda û perwerdeya Kurdî de, hinek gav têne avêtin.Siyaseta înkar û asîmilasyonê hinekî hatiye guhertin. Heta Serokkomarê Dewleta Tirk, Erdoganî , çend caran behsa ‘’Kurdistanê’’jî kiriye.Ev guherîn û gavên hatine avêtin helbete ku erênî ne…
Lê piştî 90 saliya siyaseta Dewleta Tirk û piştî şerekî 30 salî ajotiye , nuxteya ku emê bigihîştana ma divîyabû ev bûya? Piştî ewqas bedel û kuştin û wêran kirin û zerar û ziyaneke bê hidût, hîna jî Dewleta Tirk, hebûna Kurdan wek qanûnî qebûl nekiriye.Hîna jî, TRT6 ne qanûnî ye..Hîna jî mafê perwerdeya zimanê bi Kurdî ji aliyê dewletê jibo dibistanên dewletê nehatiye qebûl kirin..
Dîrok û rastiya Dewleta Tirk di eslê xwe de, bi tunekirina hemû rengên civatê ve hatiye hûnandin.Ev jî bi siyaseta ‘’yek dewlet, yek al, yek milet, yek welat ‘’ ve hatiye pêk anîn. Ev siyaseta yekrengîtiyê, hîna ji demên dawiyê yê dewleta Osmanî de , bi jenosîda Ermeniyan ve destpêbûye. Paşê bi qetlîam û jenosîdên li ser Rûm û Kurdan berdewam kiri ye. Hemû dîn û mezhebên cuda yên wek Elewiyan, wek Êzidiyan tune hatine hesibandin.û bi i navê ‘’laîklikê’’ azadiyê dînî ya bawermendiyê jî bi tûmerî hatiye pelçiqandin.
Mixabin piştî ewqas guhertinên ku li Tirkiyê, li Kurdistanê, li herêmê û li cîhanê rûdane, hîna jî dewleta Tirk li ser siyaseta ‘’yekrengîtiyê’’ ısrar dike.Wê siyaseta ku eve ji 90 salî zêdetire tê meşandin, dixwaze bi xemleke din, bi rengekî din berdewam bike.Baş e ma emê rê bidinê ku dewleta Tirk 90 salên din jî ji me û ji pêşeroja me bidize ? Helbete ku na, emê rê nedinê? Me tu carî ev siyaset qebûl nekiriye, em dê ji îro pê de jî qebûl nekin.
Em dibêjin ‘’êdî bes e’’. Ji bo gelê Tirkiyê jî, jibo gelê Kurdistanê jî heyf e, guneh e.Me duhî jî ev got, îro jî em bi fikir û siyasetên xwe yên nuh, yên li gorî şerdên îroyîn guncayî jî dubare dikin.Em dibêjin ‘’êdî bes e’’
Pirsa Kurd û Kurdistanê, ne pirsa ‘’yek dewlet, yek al, yek, milet, yek welatî’’ ye. Êdî divê em vê rastiyê bibînin.Ev siyaseta ‘’yekrengîtiyê’’ , ne siyaseta ‘’çareseriyê’’ ye; bileqis siyaseta xetimandin û neçareserkirinê ye. Vê siyaseta xelet, vê siyaseta ku zerarê digihîne herdu aliyan jî ,tu feydeya wê ne ji Kurdan re heye, ne jî ji Tirkan re.Heger ew rêveberên dewleta Tirk yên heta îro ev siyaseta şaş meşandine, bi awayekî wîcdanî, bi awayekî însanî , objektîf û rasteqîne li derbasbûyina xwe binerin, dê bibînin ku çend tişt bi xwe, bi miletê xwe û bi welatê xwe jî dane wenda kirin.
Ez di wê baweriyê de me, çawa ku darbeya 12ê Îlonî û yên ev darbe lidarxistibûn ewilî di wîcdanê miletê me de, di wîcdanê mirovayetiyê de, paşê jî li himberî qanûnan mehkum bûne; ew kes û aqiliyeta ku eve 90 sal e, vê neheqiyê, zilmê, qetlîam ,asîmilasyon û şoventî û dîktatoriyetan layiqî miletê me dîtine jî dê di wîcdanê mirovayetiyê de, di wîcdanê gelên Kurdistanê û Tirkiyê de bêne mehkûm kirin.
Em bi awayekî dilsozane, bi hemû samimiyeta xwe , bangî rayedarên Dewleta Tirk dikin ku, werin jibo çareseriyeke rasteqîne, bi hemû pêkhateyên civata Kurd û Kurdistanê re rûnin û bernameyeke çareseriyê em bi hevdu re amade bikin.
Eve nêzî 2 salan e ku di navbera MİTê û Rêzdar Ocalan de, bi navê ‘’pêvajoya çareseriyê’’ hinek dayin û stendin berdewam dikin. Lê bi rastî jî helwest û şêwe û niyeta Dewleta Tirk ne ya çareseriyê ye. Mixabin pratîka dewletê rengê mijûl kirin, paşvexistin û xetimandinê nîşan dide. Dewlet meselê bes wek meseleya şer rawestandinê û çek danîna PKKê dibîne.Û piranî jî dixwaze li ser vê esasê ‘’pêvajoya çareseriyê’’ bidomîne.Lê em giş jî dizanin ku ev mileta, ev welata û ev pirsa, beriya PKKê û beriya şerê çekdarî jî li holê bû.Dewleta Tirk, divê bizanibe ku , heger ew meseleyê bi vî awayî bibîne, dê beriya her tiştî xwe bixapîne.Divê zûtirîn wext, ev pirsa wek pirsa Kurd û Kurdistanê bê qebûl kirin û bernameyeke çareseriyê ya hevbeş jî li ser vê esasê bê hûnandin.
Lê gel van rexne û fikrên xwe jî, jibo me cîhê kêfxweşî û şanaziyê ye ku bi xêra van dayin û stendinên Ocalan û MİTê , eve 2 salin kes nayê kuştin, şer û pevçûn rawestiyaye.Heger meriv behsa qezenceke vê ‘’pêvajoya çareseriyê’’ bike, ew jî ev e.Û em hêvî dikin ku dê careke din şer destpê nebe, careke din şer û xwîn û têkdan nebe perçeyekî jiyana me. Dive em giş hewl bidin ku, pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêya siyaset û xebata meşrû ya girseyî çareser bikin.
Helbete çareseriya pirs û pisgirêkeke ku eve 90 sal e tune hatiye hesibandin , ne hêsan e.Qebûl kirina hebûna miletê Kurd, qebûl kirina maf û azadiyên neteweyî yên miletê Kurd û destpêkirina rêya çareseriyeke rasteqîne helbete ku ne hêsan e. Dê bi hêsanî jî pêk neyê.Lê belê tu rêyeke din jî tuneye.Divê ev gava bê avêtin.Beriya her tiştî jî divê ev hevdu dîtin û dayin û stendinê berdewam dibin, êdî ne di çerçoweya Ocalan û MİTê de, lê di navbera Dewleta Tirk û temsîlkarên hemû pêkhateyên miletê Kurd û Kurdistanê de bêne meşandin.Divê ev dayin û stendin di çavdêriya dezgeh û rêxistin û organîzasyonên navneteweyî yên qebûlbar de bêne maşandin.Bi vî şiklî û bi danîna bername û rêbazeke miletê me pê qanii bibe, ev pirs dikare bikeve rêya çareseriyêke rasteqîne.
Heta îro ji malûmat û helwestên ku gihîştîye ber destê raya giştî diyar dibe ku, Öcalan û MİTê li ser ‘’şer rawestandinê û çek danînê’’ û li ser ‘’yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ û li ser ‘’cimhûriyeteke demokratîk, neteweke demokratîk û welatekî hevbeş’’ li hev kirine. Ango tiştên dixuyî, di vê lihevkirinê de behsa hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, maf û azadiyên neteweyî yên Kurdan û behsa mafê xwe bi xwe îdarekirina miletê Kurd, behsa mafê çarenûsiya milatê kurd nayê kirin.
Başe, piştî 90 salî, careke din em rabin dîsa vê siyasetê weke ‘’siyaseta çareseriyê’’ pêşkêşî Kurd û Kurdistaniyan bikin, ma mirovê nebêjin , ‘’na na, niyeta vana ne çareser kirin e; bileqis xapandin û paşxistin e’’.Eve 90 sal e ewên ku xwe dixapînin û dibêjin’’ emê bi vê siyaseta yekrengîtiyê temenê xwe hinekî din jî dirêj bikin, emê meseleyê paşve bavêjin’’, divê êdî bibînin û bizanibin ku ew bi destê xwe temenê xwe jî, yê gelê xwe jî ,kurttir dikin. Ev siyaset ne ya çareserkirinê ye û dawiya vê şaşitîyê jî her têkçûn e.
AKP û DBP/HDP ê piraniyeke berbiçav ya dengên Kurdan di hilbijartinê de bidestxistine. Ev rastiya îro dibe sebep ku, ev herdu alî di van hevdu dîtinan de hinekî bi bêminetî tevdigerin. Ango, jiber herdu partiyan piraniya dengê Kurdan bidestxistine, dibêjin ‘’ vaye gel li pişta me ye, em jî çi siyasetê bixwazin , emê bikarin bidine qebûl kirin’’. Lê eve xeletî û şaşitiyeke mezin e. Partiyek an jî hinek partî, ji %99 ê dengên Kurdan jî bistînin, eve nayê wê wateyê ku, bi gotin û ‘’erêkirin’’a wan , miletekî ji 25 milyonî pêkhatî dê tune bibe.Eve nayê wê wateyê ku, welatê qedîm yê bi navê Kurdistanê , bi xwestin û ‘’erêkirin’’a wan dê ji ser nexşeyên cîhanê rabe.Kî çend dengan bistîne bila bistîne, hêza kê çend mezin be bila bibe, lê tiştên ku bi hezar salane hebûna xwe domandiyê , dê li ser daxwaza wan kes an hêzan ji holê ranebe.
Pirsên wek pirsa Kurd û Kurdistanê , ne tiştekî weha ye ku li cîhanê tu nimûneyên wek wê tune be. Li cîhanê bi dehan nimûnê vê yekê hene. Û rêya çareseriya van pirsan jî bi giştî nêzî hevin. Ev pirs pirsa miletekî û welatekî bindest e. Êdî divê em ji tecrûbeyên welatên cîhanê dersa werbigirin û li ser vî esasî pirojêyên çareseriyê ji xwe re peyda bikin.Êdî careke din mafê kesî tuneye ku jiber berjewendiyên xwe yên teng û biçûk, pêşeroja me têk bide, careke din bi dehan salan bi me de bidine wenda kirin.
Jiber vê yekê jî em wek PAK, bangî Dewleta Tirk jî, bangî PKK ê jî dikin ku, werin em jibo gelên Kurdistanê û Tirkiyê, rêya çareseriyeke rasteqîn ava bikin.Ev pirsa, bi tecîl kirinê, bi ‘’takiye kirin’’ê, bi temen dirêj kirina siyasetên heta îro berdewam kiri ve, nayê çareser kirin. Ev pirs divê bi naveroka xwe ya eslî, wek pirseke neteweyekê û welatekî bindest bê şîrove kirin û bê çareser kirin.
Belê PAK, bi vê aqiliyetê û bi van nêrînên xwe , wek partiyeke Kurdistanî , dixwaze di derbarê îro û pêşeroja xwe de, li qedera xwe, li qedera miletê xwe xwedî derkeve.
Eve 90 sale ev siyaset û aqiliyeta dewleta Tirk û ya partiyên ku vê aqiliyetê diparêzin tu çareserî neanîne.Her îro jî herçend hinek guhertin di vê siyasetê de çêbûbe jî, di esasê meseleyê de, guhertineke bingehîn pêk nehatiye.Jiber vê yekê jî divê gelê me bi siyaseta partiyên dewletê nexapin.Divê bi partiyên xwe, bi siyaseta xwe ya neteweyî li mafên xwe xwedî derkevin. PAK jî bi vê têgihîştinê, rêyeke nû ji miletê me re vedike.
Eve ji 100 salî zêdetir e ku, miletê Kurd bi rêxistinên xwe yê cuda xebatên xwe didomînin. Bêyî rêxistinên neteweyî û Kurdistanî em nikarin hest û baweriya neteweyî di nava miletê xwe bihûnin. Jiber vê yekê jî, PAK xwe berdewamiya tradisyona rêxistinên Kurd û Kurdistanî dibîne.
Siyaseta ku dixwaze , ew ked û emek û berhema birêxistinbûyîna neteweyî û Kurdistanî ya bi dehan salane berdwam kiriye, di nava şêlîbûna ‘’Tirkîyeyîbûnê’’ de bihelîne, siyaseteke xelet e, siyaseteke ji rastiya milet û welatê me dûr e.Êdî tu kes nikare xebata miletê me 100 salî paşde vegerîne. PAK dê bibe nîşan û xwediyê siyaseteke neteweyî û Kurdistanî, ku di kurahiya dilê miletê me de rehên xwe yên xurt berdaye.
Îro pêwîstî bi partîyeke ku beriya her tiştî bikaribe azadiyê, edaletê, wekhevîyê ,demokrasiyê û pirrengîyê di nava xwe de pêk bîne heye.Pêwistî bi dubarekirina partiyên dema wan bihurîye, partiyên ku ji nirxên hevdemiyê dûrin tune ye. Jiber vê yekê jî, PAK dê bibe nûner û nîşana partiyeke hevdem û pirreng ya Kurdistanî .
Pirsa Kurd û Kurdistanê bes ne pirsa beşeke civata Kurdistanê tenê ye. Ev pirs pirsa hemû etnîsîte, dîn, mezheb û kategoriyên civata Kurdistanê ye. Jiber wê jî pêwîstî bi partiyeke ku van hemû pêkhateyên civatê bikaribe himbêz bike heye. PAK jî, bi vê hişmendî û berpirsiyariyê xwe wek partiyeke girseyî û Kurdistanî îfade dike.
PAK dibêje ku, ji ber rastiya miletê me, ji ber rastiya welatê me, partiyeke ku xwe bes bi esasên olî û mezhebî îfade dike, dê nikaribe vê pirrengîya cıvata me himbêz bike.Ev kirasê bes bi rengê olî û mezhebî dive neqişandîye, dê ji vê civatê re teng were.
Herweha partiyeke ku xwe bes wek partiya çînekê an kategorîyeke civatê îfade bike jî dê ne li gor rastiya miletê me û welatê me be.Kurdistanê hîna pirsa xwe ya dewleta neteweyî çareser nekiri ye.Ji ber wê jî ev pirs pirsa hemû civata Kurdistanê ye.Partiya ku pêwîstî pê heye jî ew partiye ku, kirasekî teng li civata xwe neke. PAK ew partî bi xwe ye ku, dixwaze civata Kurdistanê bi awayekî berfireh himbêz bike, bibe Partiya Kurdistanê.
PAK xwe bi navê şexsekî, grubekê an tardîsyonekê ifade nake. PAK, wan guhertinên li cîhanê pêkhatine ji xwe re weke esas digire û dibêje, li gor şerdên îro, li ser projeyên siyasî yê li gorî pêwîstiyên gelê me yên îroyîn divê partiyek bê ava kirin.
PAK, li Kurdistanê mafê ku ji xwe re dixwaze , bi nefsî hesasiyetê, ji wan kes û aliyên siyasî yên wek wê nafikire jî dixwaze. Parastina mafê azadiya ramanî û birêxistinbûyinê , prensîbeke esasî ya PAKê ye. Ew fikir û siyaset û helwestên ku dixwazin pirrengiya civatê pûç bikin, dixwazin civeteke yek renk ava bikin, dê nikaribin pirsa Kurd û Kurdistanê li gorî berjewendiyên miletê Kurd çareser bikin.
PAK xwe wek berdewamiya têkoşîn û xebat û berxwedana miletê Kurd ya eve 200 sale bê westan dom kiriye dibîne.Xwe berdewamiya tradisyonekê an grûbekê tenê nabîne.Doza Kurd û Kurdistanê ji berjewendiyên şexsî, grûbî, rêxistinî û tradîsyonî girîngtir û biqîmettir dibîne.
PAK di wê baweriye de ye ku, di şerdên îroyîn de pêwîstî bi partiyeke xurt, girseyî û Kurdistanî heye..Li Kurdistanê û li Tirkiyê gelek şexsiyet, grûb û partiyên ku em wan jî wek xwe di nav potansiyela siyasî ya Kurdistanî de dibînin hene. Lê mixabin ev potansiyela Kurdistanî bela vela ye.Gava ku me ev xebata xwe destpêkir, armanca me ew bû ku em vê potansiyelê di nava partiyeke Kurdistanî de bigihînin cem hev û ji miletê xwe re rêyeke xurt û nuh vekin.Me digot ev rewş û rismê hanê yên bela vela, jibo me , jibo miletê me luksek zêde ye. Pêwistî bi ewqas dor û berên wekî hevdû difikirin lê cuda disekinin tune ye.Ji roja ewil heta îro em her li ser vê fikrê nin.
PAK di vê meşa yek kirina potansiyela Kurdistanî ne merhaleya dawîn e. Ev bes rawestgeheke , jibo bêhn vedanê ye. PAK, xebat û hewl û lêgerîna xwe ya jibo partiyeke Kürdistanî , berfireh û xurt, bi awayekî geştir dê bidomîne. Bi vê minasebetê em bangî hemu kadro û potansiyela Kurdistanî dikin ku, li ser esasên siyasî yên em li hev bikin, werim em hêz û ked û xebata xwe bikin yek. Divê jibo vî karî kes xwe li ser kesî ferz neke.Divê em bê pêşbiryarî, bê hesabên grûbî, hemû ked û hebûna xwe di nava maleke hevbeş de bicivînin. Eve wek berpirsiyariyeke dîrokî li ser milên me gişa ye. Jibo vê jî em amedeyî her cûre fedekariyên ne jî.
Em dibêjin yekrengî, yek partîtî dê li welatê me, bibe sebebê paşve ketinê, sebebê rizandinê, sebebê têkçûnê. Divê siyaseteke pireng, pir deng û demokratîk bê geş kirin. Jibo wê jî divê tu kes mafê rê liber girtina fikir û siyasetên cuda di xwe de nebîne.Eve xeteriyeke mezin e ku, rê li ber provakasyonên xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê re xweş bike.Civateke yekreng , dê bi ber dîktatoriyetê ve, bi ber xwe û xwe tune kirinê ve here.Miletê Kurd û Kurdistana ku bi hûnandina civata xwe ve pireng e, dê di nava xwe de nikaribe demeke dûr û dirêj yekrengiyê qebûl bike.Ev ne li gor tevna civata me ye. Cvateke yekreng dê nikaribe xwe nuh bike, pêşde biçe.
Miletê Kurd bi sedan sal e ku di bin nîrê zilm û zordarîyê de dinale. Miletê Kurd birçîyê azadiyê ye, birçiyê edaletê ye, birçîyê xwe bi xwe birêxistin kirinê ye, birçîyê xwe bi xwe îdare kirinê ye. Jiber vê yekê jî mafê tu kesî tune ye ku, vî miletî mehkûmî yekrengiyê hilgire.
PAK, dibêje ku, jibo siyaseteke paqij, jibo siyaseteke bi şexsiyet divê îradeya siyasetvanan di destê wan bi xwe de be.Divê îradeya me di destê me de be.Divê siyaseteke serbixwe ji mere nirxeke esasî be.
Em divê ne li gorî rojeva ku ji aliyê hinekan ve hatiye tayin kirin siyasetê bikin.Em divê nekevin bin siha rojev û hebûna tu kesan. Divê li gorî bername û rêbaza xwe ya xebatê, li gorî bîr û baweriyên xwe em rojeva xwe çêbikin û midaxaleyî pêvajoya heyî bikin.
PAK, di wê beweriyê de ye ku , li bakurê Kurdistanê pêwîstî bi yekitiyeke neteweyî he ye. Kurd û Kurdistaniyên li ser fikrên cuda birêxistinîbûne, divê li ser bingehê berjewendî û prensîbên neteweyî yekitiya xwe ava bikin.Mixabin îro di vê babetê de, di destê me de tu tecrubeyên ku em pê serbilind bibin tune ye. Jiber berjewendiyên grûbî û jiber siyasetên rojane têne guhertin, jiber têkçûna mêzîna neteweyî ya hinek aliyên siyasî, mixabin bingeha yekitiya neteweyî gelekî texrîb bûye. Yekitî berî her tiştî , bi rêz giritin û hevdu qebûl kirinê dest pê dibe. Paşê divê ne li gor siyaseta hinekan, lê li gorî berjewendiyên miletê me, dayin û stendin di navbera hêzên siyasî de bêne hûnandin. Yekitiyên neteweyî li ser nirx û prensîbên neteweyî têne ava kirin. Heger îro bi vê wateyê yekitiyeke neteweyî nikaribe bê ava kirin jî, bi kêmanî divê rêya dayin û stendinan, rêya diyalogê di navbera hêzên siyasî yên Kurd de bê xurt kirin.
Dinya hatiye guhertin, li gel wê Kurd jî hatine guhertin. Divê em li gor şêwe û rêbazên nuh ,yên li vê dema nuh biguncin peyda bikin, bikar bînin. Terzê xebat û rêxistin û siyaseta me jî divê li gorî vê rastiyê xwe nuh bike, xwe biguherine.
PAK, li ser esasê meşrûîyetê, li ser esasê metodên sivîl ,demokratîk û vekirî dê xebatên xwe bidomîne. Di rê û rêbazên xwe yên navxweyî jî de dê bi eynî prensîban tevbigere.
Îro li Bakurê Kurdistanê mixabin mêzîna siyasetê, têk çûye. Her roj, her seet , fikir û siyasetên ji binî ve zidî hev in, wek ku giş jî rast bin, têne rojevê. Îro her tişt bûye ‘’taktîk’’. Bi rastî jî gelek caran êdî çi rast e, çi xelet e kes nikare fêhm bike. Berjewendiyên wê rojê çawa bixwaze , dê wê rojê ew rast be. Bi vî awayî deformasyon û texrîbateke kûr di hişmendî û manewiyata civatê de brîneke dijwar vekiriye.Gelek nirx û prensîb û destkeftên miletê me, bûne qurbanê siyaset û berjewendiyên rojane. PAK dê xwe wek temsîlkarê siyaseteke biîstikrar, siyaseteke li ser esasê nirxên neteweyî , siyaseteke tehamulkar û pirreng bibîne.
Pirsa bawermendiyan û azadiya olî û mezhebî, gelek caran bûye sedemê nakokî û nexweşiyan. Di bingehê van nexweşiyan de jî, helwesta desthilatdariyan ya li himber ol û mezheban roleke girîng lehistîye. Em wek PAK dibêjin ku, divê dewlet li himber hemû ol û mezheban bê alî be, mafê hemû ol û mezheban li ser bingehê wekheviyê biparêze.
Divê li ser esasê nirxên neteweyî û Kurdistanî, ew dînamîzm û potansiyela jin û gêncan bê birêxistin kirin.Divê beriya her tiştî ev potansiyel bi şexsiyeteke azad bikaribe di nav têkoşîn û xebatê de cîhê xwe bigire. PAK di vî warî de jibo kultureke nuh bê afirandin, dê bernameyên taybet damezrîne.
Maf û azadiya jinê beşeke esasî ya azadiya civakî û neteweyî ye. Civatek û miletekî ku rê li ber azadîya jinan venekiribe, dê nikaribe qeydê hêsirîyê ji stûyê xwe ve jî derbixîne. Jibo ku ew neheqî û xedira bi sedan salane li jinê tê kirin ji holê rabe, divê di her warê jiyanê de, îmkanên zêdetir ji jinan re bên pêşkêş kirin.
Piştî ku sîstema li ser esasê şerê sar hatibû avakirin têk çû, guhertinên mezin û erênî hatine hole.Guhertinên li cîhanê, gelek îmkan û fersendên dîrokî anîn ber deriyê miletê Kurd.Bi van guhertina Kurd jî hatin guhertin. Gelek pergal û fikir û siyasetên li gor sîstema şerê sar hatibûn afirandin, ji binî ve ruxan.
Bi xêra vê rewşa nuh ya cîhanê îro li başûrê Kurdistanê dewleteke federe hate ava kirin.Û bi xêra vê rewşa nuh ya cîhanê dê miletê me li başûr, dewleta serbixwe jî bibîne.
Îro firsendê zêrîn ketine destê miletê me.Heger miletê Kurd bikaribe li Rojavayê Kurdistanê jî yekitiya xwe pêk bîne û siyaseteke bi Emerîka û dewletên Ewrûpî re lihevkirî bimeşîne, dê li Rojava jî rêyeke xurt li ber mafê çarenûsiya miletê me vebe.
Belê dinya êdî ne ew dinya berê ye. Êdî dinya ne dinyaya Sykes-Picot’a ye.Dinya ne ew dinya ye ku, wek sala 1975 an careke din Kurdan bişkînin, tenê bihêlin. Êdî berjewendiyên dewletên Ewrûpa û Emerîkayê jî li gel berjewendiyên miletê Kurd diguncin.Êdî Kurd jî di nav plansaziya herêmê de cîhê xwe hene. Jiber vê yekê jî êdî , ew siyasetên ku piraniya cîhanê wek dijminê miletê Kurd dihesiband bingehê xwe nemane.Divê Kurd li cîhanê dijminên xwe kêm ; dostên xwe jî zêde bikin. PAK jî bi aqiliyeteke bi vî rengî, jibo ku miletê Kurd jî bi dewleta xwe bikaribe di qada dewletên cîhanê de cîhê xwe bistîne, dê siyaseteke piralî û neteweyî bimeşîne.
PAK li Kurdistanê jî li qada navneteweyî jî jiyaneke aram, biedalet diparêze. Herweha , jibo parastina ekolojiyê, jibo mafê mirovan, jibo tune kirina hejarîyê û pirsên global yên cîhanê dê di nava hewl û xebatetke aktîf de jî cîhê bigire.
Kurd miletekî qedim e ku li herêmê bi hezaran sale hebûna xwe parastiye. Lê wekî hebûna wî, welatê wî jî hatiye perçe kirin.Ji hemû maf û azadiyên xwe pêpar hatiye hêliştin. Lê cihê şanaziyê ye ku, êdî tu pîvan û siyaset dê nikaribe vê neheqiyê berdewam bike.Kurd jî wekî hemû miletên dinyê mafê xwe yê çarenûsiyê heye.Mafê ku li ser axa welatê xwe , bikaribe bi awayekî azad xwe bi xwe îdare bike heye.mafê xwe yê dewletbûnê heye.Pirsa Kurd û Kurdistanê , pirsa miletê Kurd û hemû etnîtîsîte û pêkhateyên ku li gel miletê Kurd dijîn e. Mafê dewletbûnê heger li ser esasê wekhevî û azadiyê be helbete ku, bi rêya şirîkatiya du dewletên federe an konfederal jî dikare pêk were.
Lê na heger dewleta Tirk her li ser siyaseta xwe ya yekrengîtiyê meseleyê asê bike, helbete ku mafê miletê Kurd he ye rêya dewleteke serbixwe bibijêre.
PAK dibêje ku, li Kurdistanê pirs pirsa welatekî û miletekî ye.Pirsa Kurddistanê ye.Lê li Tirkiyê, pirs pirsa Kurdên li gel gelê Tirkiyê dijîn e.Pirsa maf û azadiyên neteweyî û demokratîk yên Kurda nin.Ji ber wê jî pirsa bi milyonan Kurdên ku li Tirkiyê dijîn, beşeke ji pirsa azadî û demokrasiya Tirkiyê jî. Ji ber vê perspektîfa xwe jî PAK xwe wekî koordînatorê çareseriya doza Kurdên li Tirkiyê û doza Kurdistanê dibîne.
PAK, li Tirkiyê li gel hemû kes û potansiyela ku li dijî şovenîzmê xwedî fikir û siyasetin, piştgiriya xebateke hevbeş ya jibo azadî û demokrasiyê dike. Û di nava vê xebatê de jî dê cîhê xwe bistîne.
Armanca PAKê li welatekî azad de avakirina jiyan û dewleteke adil,azad, demokrat, pirreng, şefaf û hevdem e. Divê civata me , bi hemû reng û dengên xwe ve, bikaribe bi îradeya xwe ya azad xwe bi xwe îdare bike.
Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, deskeftineke dîrokî ye ji bo hemî Kurdên cîhanê û hemû Kurdistaniyan. Ew mizgîniya azadî û dewletbûna hemû Kurdanên cîhanê ye.Divê em vê dewleta xwe wek her du çavên xwe, wek dilê xwe biparêzin. Îro li Kobanê jibo parastina axa welatê me, birayên me yên dilsoz têkoşerên bi rûmet bi awayekî qehramane , berxwedanekê didomînin.Em hêvî û bawer dikin ku, dê hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê yekitiya xwe ya siyasî, eskerî, îdarî û aborî pêk bînin, dê tovên çarenûsiya miletê Kurd bavêjin.Jibo ku ev ked û berxwedana Kobanê bigihêje armanca xwe, pêwistiya miletê me wek nên û avê ji yekitiyeke rasteqîne û biîstikrar heye.Li Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan sal e, xebat û têkoşîneke welatperwerane dê meşandin. Em bawer dikin ku, miletê me li vî perçeyê welatê me jî dê bi yekitiya xwe ya neteweyî azadî û dewletbûnê bidest bixe. PAK li kê derê cîhanê dibe bila bibe, hemû destkeftinên Kurd û Kurdistaniyan, wek destkeftinên xwe dihesibînê. Û bi van hestên xwe yên Kurdistanî ve dê di doza miletê me ya rewa de rola xwe ya dîrokî bilihîze.
Kurdistan welatekî perçe kirî ye. Ev perçebûna, neheqî û xedreke navneteweyî û dîrokî ye. Yekgirtina Kurdistanê û yekgirtina miletê kurd mafekî rewa, mafekî însanî , mafekî neteweyî yê miletê Kurd e. Mafê biryara yekgirtina Kurd û Kurdistanê divê bes bi îradeya Kurd û Kurdistaniyan ve pêk were. Divê ew bi xwe vê biryara xwe bidin. Divê tu kes xwe nexe cîhê îradeya Kurd û Kurdistaniyan. Û ev biryara, kengî, çawa û bi çi şiklî pêk were jî, divê herkes bi rêz pêşewaziya vê biryara Kurdistaniyan bike.
PAK, bêyî ku li benda statuyeke wek, dewleteke serbixwe, konfederal, federe, otonom bisekine, ji îro ve dê bi şiara ‘’Kurdistan ji nuha ve’’ , xebat û têkoşîna xwe bihûne,dezgehên xwe yên neteweyî damezrîne.
Jiber vê yekê jî bidestxistina hinek mafên neteweyî û demokratîk yên ku ji îro ve rê li ber azadiya miletê me bikaribe veke, jibo PAKê gelek girîng e. Dewleta Tirk ji 90 salî zêdetir e bi siyaseta xwe ya asimilasyon, tehcîr , înkar û tune kirinê ve texrîbat û zerareke gelek mezin daye welatê me .Vê siyasetê, demografiya welatê me, tevn û heykelê miletê me û yê temama civata me têk daye. Dewleta Tirk beriya her tiştê divê vê birîna di dil û heşê miletê me de vedaye bipêçe.Divê jibo ‘’pêvajoyeke çareseriyê ya rasteqîne‘’ van gavan bêne avêtin.
-Beriya her tiştî, divê Dewleta Tirk rê bi tu awayî rê nedê ku, ev şer rawestendina xera bibe.Divê, dewlet jî PKK jî rê nedinê ku tu provakasyon bibe sebebê şerekî nuh.Êdî careke din em naxwazin tu kes , tu însan di şerî de jiyana xwe ji dest bide.
-Divê hemû kesên ku ji bo doza Kurd û Kurdistanê, ketine zindanan, çûne serê çiyan, mecbûrî mihacirê bûne, ceza xwarin e, bi awayekî azad bikaribin vegerin mala xwe, vegerin welatê xwe .Divê bikaribin bi awayekî azad xebatên xwe yên siyasî bimeşînin.Jibo pêk anîna vê yekê jî, divê hemû astengiyên qanûnî û yên qanûnesasiyê ji holê bêne rakirin.
-Di pirsa Kurd û Kurdistanê de Jibo rêya çareseriyeke rasteqîne bikaribe bê vekirin, beriya her tiştî divê hebûna miletê Kurd bê qebûl kirin Û ev yeka di qanûnan de û di qanûnaesasî de bê bi cîh kirin.
-Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, bi Kurdî mafekî rewa yê esasî ye.Divê deve wlet bi hemû îmkanên xwe vî mafî pêk bîne û di temama qanûnan de û di qanûnaesasî de bi cîh bike.
-Rê libergirtina azadiya ramanî, ya bawermendîyê û ya birêxistinbûyinê, binpêkirina şexsiyet û hebûna mirovî ye. Divê êdî ev rêlibergirtinên fiîli û yê qanûnê bi her awayî ji holê rabin.azadiya ramanî, birêxistinbûyinê û ya bawermendiyê divê bi her awayî pêk were.Divê temama qanûnan û qanûna esasî li gor vê bêguhertin.Divê rêyên yasayî li ber ku partiyên bi nasnameya Kurd û Kurdistanî dixwazin siyaseta xwe bimeşînin bêne vekirin.
-Li Tirkiyê û li Kurdistanê, jibo azadiyê, edaletê, wekheviyê û demokrasiyê divê şerdên fiilî û qanûnî werin xweş kirin.Divê ew peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyê jî îmze kirinê werin tetbîq kirin.
-Tirkiye wek dewlet divê wan şerhên daniye ser peymana ku bi navê , ‘’Şerdê Xweseriya Rêveberiyên Mehelî yên Ewrûpa’’tê nasîn rake.
-Jibo pêçana hemû birîn û texrîbatên ku Dewleta Tirk bi wan kiryar û siyasetên xwe li Kurdistanê pêk aniye, divê bernameyeke taybet bê danîn. Divê hemû birînên aborî, civakî, siyasî, çandî bi piştgiriyeke taybet bêne pêçan. Divê bi her awayî îmkanên taybet ji aliyê dewletê ve bêne terxan kirin.
-Di sîstema perwerdeya Tirkiyê de, fikir û gotin û çanda nîjadperestî û yekrengîtiyê cîhekî xwe yê berbiçav heye. Jibo lihevhatineke rasteqîne divê temama mufredata perwerdeyîyê û ya dewletê ji van kultur û fikrên hanê bêne paqij kirin. Divê nîjadperestî wekî sûcekî li dijî mirovayetiyê bê qebûl kirin.
-Divê li Kurdistanê hemû weberhênan eskerî yên ku amadeyiya şerekî nuh dike bêne rawestandin.
-Divê sîstema ‘’Korûcûtiyê’’ bê rakirin.
-Divê ew projeyên ku demografiya Kurdistanê, ekolojiya Kurdistanê texrîb dikin, mîratên dîrokî ji holê radikin bê şerd bêne rawestandin.
Belê ev gavên acîl ji aliyê dewletê ve bêne avêtin, hem dê rêya şer rawestandinê xurttir bibe, hem jî dê jibo çareseriyeke rasteqîne bingeheke li ser baweriyê bê ava kirin.
Mêvanên birûmet,xüşk û birayên delal
PAK dê bi biryardariyeke çalak li van pêwistiyên acîl yên miletê xwe xwedî derkeve. PAK, jibo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê xwe wek aliyekî meseleyê dibîne. PAK, jibo xurt kirin û geş kirina projeya siyasî ya partiyeke Kurdistanî ji îro pê de jî dê ranewest e.Pêwistiya me bi partiyeke xurt heye. Hewcedariya me bi Partiyeke di nav miletê xwe de reh girtî, partiyeke bi fikir û siyasetên rast li qedera xwe û li ya miletê xwe xwedî derkeve heye. PAK jî dê vê armancê bide ber xwe û jibo wê bixebite.Em careke din bangî hemû vê potansiyelê dikin.Werin em bi hev re maleke mezin ya Kurdistanî ava bikin ji miletê xwe re hêviyeke geş biafirînin.
Bi gotinên xwe yên dawiyê dibêjim bijî Kurdistan û bijî Partiya Azadiya Kurdistanê. Û bi rêz û hurmet, careke din xêrhatina we dikim…bimînin di xweşiyê de..
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK)