Civak

Li Bakur kurd di navbera du agiran de dişewitin

Li Bakurê Kurdistanê siyaseta xendeqan di nava bajar û bajarokan de û operasyonên dewletê dibe sedema kuştinê û koçberiya kurda.Li Cizîrê, Silopî, Misirbîne, Kerburan û Sûr a Diyarbekirê derketina deve qedexeye û operasyon berdewamin, ji şevîdin ve kuştî û birîndar hene û hinek ji sivilan jî hatine kuştin û birîndar kirin.Taxên ku xendeq lê hatina kolan û operasyon têne kirin xelkê malên xwe vale kirine û ji deverê bar kirine çûne.Li van deveran xanî têne xirakirin, û gelek cihên berbiçav têne şewitandin. Dewlet PKKê , PKK dewletê tawan bar dike.Lê tişta tê serê xelkê malxirabûne.Doh li Diyarbekirê HDPê ji bo operasyona protesto bike xwepêşandanek li Diyarbekir pêkanî. Lê polisa nehis û midaxele kir.Di xwepêşandanê de du kes hatin kuştin û du kes jî birîndar bûn.HDP a ku behsa Tirkiyebûnê û birayeta gelan dike, bi gelek çalakiyên xwe dibê sedema şerê di navbera gelan de. Herweha Polis di operasyona de bi awayek nijadperestî êrîşê her kurdekî dikin û ev yek jî kîn û nexweşiyê têxe nabebera Kurd û Tirkan de.Dê siyaseta xendekan û operasyon heta kengê berdewam be, nayê zanin. Lê tişta tê zanîn ewe ku xelk di navbera agirê PKKê û Dewletê de dişewite.

Back to top button