Li Bakur çareserî hêzbûna xeta netewî ye
Li Bakurê Kurdistanê rojane di çerçova ku siyaseta PKKê danî de bûyer têne nirxandin û li gora vê yekê jî siyaset tê tesbît kirin, heta gelek helwestên siyasî her di vê çerçovê de tê derdikevin hol. Bawerim ev yek hepskirina siyaseta Kurdên Bakur e di xeleka ku PKK bi zanebûn çêkiri de.Li gel gelek kêmasîya jî di roja me de ji derê PKK partiyên din yên siyasî hene. Piraniya van partiyan li ser xeta netewî û bi parastina nirxên netewî siyasetê dikin. Kêmasî hemû jî di bin Ala Kurdistanê de hestên xwe yên netewî didin xûyakirin. Ev yek ji bo avakirina siyaseta xeta netewî gelekî girîng e û zeminek erêniye.Raste PKK li gel hemû dam û dezgehên xwe li ser civatê xwedî bandorekî mezin . Lê ev nayê vê wateyê ku siyasetek rast rêve dibe û gerek ji derê wê tiştek neyê kirin.Tê zanîn ku li Bakur bi hezaran welatparêz , siyasetmedar û rewşenbîr hene ku siyaseta PKK na ecebînin , lê heta niha jî li gora xwe tu partiyek yan jî aliyek siyasî nedîtine ku wan tetmin bike ku di nav de cih bigrin.Ev insanên hanê car cara rexna jî li siyaseta PKKê û derdorê dikin. Lê mixabin di dawiyê de pişgirya siyaseta ku lê ne bawerin dikin. Kêmasî dengên xwe didin HDPê.Lê eger aliyên siyasî li Bakurê Kurdistanê li ser bingehek netewî hevkariyekî yan jî yekitiyekî bi awayekê pêkbînin û mafên miletê kurd yên netewî biparêzin û mafên rewa yên kurda bêxin rojevê û li gora vê jî berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre bigrin û siyasetê bikin, dê ji aliyekî ve bixweyê ku PKK temsila siyaseta netewî nake û di rastiyê de mafê rewa yê miletê kurd naparê ze.Ji aliyek din de jî, dewleta Tirk jî li himber vê yekê mecbûr dibe ku di derbarê Kurdistanê de siyaseta xwe ya nijadperest berbiçavre derbas bike.Îro HDP siyasetek di çerçova siyaseta Tirkiyebûnê de dike û ev yek jî qet dewletê aciz nake.Ji ber ku daxwaziya mafê kurda yê netewî nake û ne bi nirxên Kurdistanê û netewî siyasetê dike.Encama siyaseta xelet dewlet serketiye û taybetî partiya ku li ser hukume li gora daxwaziya xwe siyasetê dike û daxwaziya mafên rewa yê kurdan gelek bi zanebûn di xeletiyên HDPê de pûç dike.Li Kurdistanê hemûyê beşek ji Kurdan di serokatiya PKKê de li dijê xeta netewî li gel hinek dewletên herêmê eniyek avakirine.Bi vê eniyê desteftiyên Kurdistanî têxin di xeterê de.Lê eger li Bakur xeta netewî bi rêxistin û hevkar be dê ev tehdîtên bi navê kurdan li ser tevgera azadixwaz a Kurdistanî ji holê rabe û herweha leyiztikên dewletê di derbarê tevgera azadixwaza Kurdistanî de tîk diçe.Dê hingê dewlet bi metodên demokratik û rêyek aşitîxane hineka li himber xwe bibîne ku serbilindî mafên rewa yê miletê xwe diparêzin.Dê wê demê rastiya daxwaziyên netewî derkeve holê. Pirs,ne pirsa şer yan jî ne şer e, ev babetek dine. Mirov çi bike divê armanc desteftiyên netewî bin.Ji bo vê yekê avakirina aniyekî li ser xeta netewî li Bakurê Kurdistanê bûye pêwistiyek. 24.11.2015 Dara Bilek