CivakRojev

Li bajareke Kurdistanê berhema gûzê %11 zêde kir

Li gel nêzîkbûna demsala payizê dema hilkirina berhema gûzan destpêdike û li bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê jî tê pêşbînî kirin ku berhema îsal % 11 bilind bibê.

Ezîz Emanî Birêveberê Rezdariya Fermangeha Çandiniya Parêzgeha Urmiyê eşkere kir li ser 21 hezar doniman li baxên parêzgeha Urmiyê dara gûzê ne ku sedî 90ê daran berhem didin.

Li her çar donimên rezan gûzin û nêzîkî hezar û 900 kg gûz hildikin û parêzgeha Urmiyê baştirîn cûreya gûzê berhem tîne.

Back to top button