Cîhan

Li Amerîkayê êrîşek çekdarî: Herî kêm 22 kes mirin

Hat ragihandin ku di êrîşa çekdarî ya li eyaleta Maine ya Amerîkayê de herî kêm 22 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Polîsê Maine diyar kir ku li bajarê Levistonê li 3 herêmên cuda ji ber gumanbarekî nenas gule berdane mirovan û 22 kes mirine û nêzî 60 kesî jî birîndar bûn.

Şaredarê Auburnê Jason Levesque di daxuyanîya xwe de diyar kir ku ji ber bûyerê dibistan hatine girtin û rayedar li gumanbarê êrîşa çekdarî ya li Lewiston digerin.

Wekî din, Ofîsa Şerîf a wîlayeta Androscoggin du wêneyên gumanbarê ku di pozîsyona gulebaranê de ye û tivingek di destê wî de ye li ser medyaya civakî parve kir û ji bo tespîtkirin û girtina wî banga alîkarîyê li niştecihên herêmê kir.

Di dîmenên kameraya ewlehîyê de hat dîtin ku gumanbar bi qapûtê qehweyî, bi pantolonê reş û bi çeka lûle dirêj di destê wî de mirovan dike hedef.

Back to top button