Li Amedê Konferansa Aştiyê tê lidarxistin
Konferansa ku wê di pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan de li Amedê bê lidarxistin, wê parlamenterên AK Partî, DEM Partî, CHP û Leyla Zana bên cem hev. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê, di 36. salvegera Komkujiya Helepçeyê de wê li Amedê Konferansa Aştiyê li dar bixe.
Parêzvanên mafên mirovan, nûnerên saziyên sivîl, siyasetmedar û rojnamevan wê di 16-17ê Adarê de wek axêver beşdarî konferansê bibin. Rûniştina ewil a bi sernavê “Di 16ê Adarê de Tecrûbeyên Çareseriya Pevçûn û Pêvajoyên Aştî yên li Cîhanê” wê ji alî Koordînatora Navenda Lêkolînê ya Qada Civakî-Siyasî (SAMER) Yuksel Genç ve bê birêvebirin. Parlamentera Sinn Fein Franncie Molloy, Serokê Yekîtiya Civak û Rêxistinên Filistînê yên li Ewropayê George Rashmawî, ji Komeleya Lêkolînên Demokrasî, Aştî û Polîtîkayên Alternatîf (DEMOS) Dr. Ferda Fahrioglu Akın wê wek axêver beşdar bibin.
WÊ PIRSA KURD BÊ NÎQAŞKIRIN
Di heman rojê de rûniştina duyemîn a bi navê “Aştiya li Rojhilata Navîn û Çareseriya Demokratîk a Pirsa Kurd” wê bi moderatoriya Selahattîn Esmer bê lidarxistin. Ji Zanîngeha Hewlêrê Doç. Dr. Arzu Yilmaz û Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ê Amedê Cengîz Çandar wê biaxivin.
PÊVAJOYA AŞTIYÊN NÛ
“Gelo di Sedsala 2.emîn a Komarê de li Tirkiyê pêvajoyek nû ya aştiyê mumkun e?” Rûniştina sêyemîn û wê bi moderatoriya “Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz” bê kirin. Rojnameger Alî Bayramoglû û siyasetmedara Kurd Leyla Zana wê wek axêver beşdarî rûniştinê bibin.
DI AVAKIRINA AŞTIYÊ DE ROLA CIVAKA SIVÎL
Di 17ê Adarê roja Yekşemê de rûniştina yekemîn a bi sernavê “Di Avakirina Aştiyê de Rola Civaka Sivîl” wê ji aliyê Seroka Lijneya Weqfa Ragihandinê ya IPSê Nadire Mater ve bê birêvebirin. Ji Navenda Bîrnebûnê Murat Çelîkkan û Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses wê wek axêver beşdarî rûniştinê bibin.
DI AVAKIRINA AŞTIYÊ DE ROLA JINÊ
Di rûniştina duyemîn a bi navê “Di avakirina aştiyê de rola jinê” wê Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn moderatoriyê bike. Ji Komeleya Înîsiyatîfa Mafên Mirovan Fatma Bostan Unsal û ji Akademiya Jinê Fîgen Aras wê bibin axêver.
PARLEMENTERÊN DEM, CHP Û AK PARTÎ BEŞDAR DIBIN
Berdevka DEMê Ayşegul Dogan, Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû û Wekîlê AKPê yê Amedê Galîp Ensarîoglû wê beşdarî rûniştina dawî ya bi navê “Hêza Siyasî û Aştî” ya bi moderatoriya Ahmet Ozen bibin.
GE