Li gor nûçeyeke ajansa dewleta tirkiye li sala 2019 de bi awayeke giştî 61.512 pirtûk hatin çapkirin û 344 pirtûk jî bi zimanê Kurdî hatine çapkirin.

Saziya Amarê(Îstatîstîkê)ya Tirkiyê amarên jimareya pirtûkên standart yên navneteweyî (ISBN) yên sala 2019 an eşkere kirin.

Li gor vê jimarê pirtûkên ku di 2019an da hatine weşandin, li gor 2018an ji sedî 2,1 zêde bû û derket 68 hezar û 544an, jimara pirtûkên ku hatin çapkirin jî 61 hezar û 512 pêk hat.

Weşangeran par ji bo 61 hezar û 512 pirtûk, 415 pirtûkên elektronîk (DVD, VCD, CD), 6 hezar û 72 pirtûkên ser webê, 186 pirtûkên hatine xwendin (kaset, CD, DVD) û 369 materyalên din ISBN standin.

Mijarên materyalên ku di 2019an da hatine çapkirin ji sedî 28,3 perwerde, ji sedî 18,2 edebiyata honandî ya mezinan, ji sedî 16,7 akademîk, ji sedî 16,3 çanda mezinan, ji sedî 15,1 zarok û ciwanî, ji sedî 5,4 jê jî baweriyê pêk tê.

Materyalên ku hatine weşandin zimanên wan ji sedî 90 Tirkî, ji sedî 6,6 Îngilizî, ji sedî 0,5 Kurdî û ji sedî 2,9 jî zimanên din in.

Jimara bandrolên pirtûkan ên ku hatine firotin jî salane ji sedî 3,2 zêde bû û derket 423 milyon û 602 hezar û 828 heban.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: