Polîtîk
Li 10 parêzgeha operasyon PKKê de 72 kes hatin binçavkirin
Wezîrê karê Navxwe Ali Yerlikaya, da xûyakirin ku, li 10 bajara operasyonekî de 72 kes bi tuhmeta aligirên PKKê hatine binçav kirin.
Wezîrê Karê Navxwe Ali Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, “Em ê destûrê nedin ku tu terorîst çavên xwe vekin. Bi hewldanên bilind ên hêzên me yên ewlehiyê heta terorîstê dawîn ji bo teror bê berterefkirin em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Ji bo aştî, yekîtî û hevgirtina gelê me emê vê yekê bikin.”
Yerlikaya diyar kir ku di operasyonên ku li Mêrdîn, Antalya, Elezîz, Adiyaman, Diyarbekir, Eskîşehîr, Stenbol, Balikesîr, Colemêrg û Rihayê hêzên ewlehiyê li dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz hat lidarxistin de 72 şikbar hatin girtin.