Polîtîk
Leyla Zana lehenga veşartiya pêvajoya aştiyê ye
Nivîskara Tirk Nagehan Alçi nivîsa xwe ya îro de bi serdêra Kurdistan Tirkiyê ye, Tirkiye jî Kurdistane! gotarek nivîsiye û behsa wêrekiya Leyla Zana dike.
Alçi dibêje li rêwresma mehra bi kom de beşdariya Leyla Zana û hebûna wê ya li tenişta Erdogan û Barzanî gelek başbû. Li gor min lehenga veşartiya pêvajoya çareseriyê Zana ye. Diyare ku hemû çepgir û liberal dijî Erdogan gotinên xerab bikaranîn lê belê Zana guh neda zexta taxê û beşdarbû. Her wiha dîsa wê gotibû kêşeya Kurd tenê Erdogan dikare çareser bike. Îro jî beşdarî wê wêneyê bû û axaftineke bi Kurdî kir û peyama biratî û aştiyê da.