Nivîsar

Leyiztika Mirinê

Parlementera HDPê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîta li ser Abdullah Ocalan roja 8.11. 2018ê dest greva birçîbûnê kir û heta wek îro berdewame. Di heman demî de birayê Ocalan çû Îmralî û serdana wî kir. Lê heta vê gavê jî HDPê peyama ku Ocalan ji Îmralî rêkirî eşkere  nekir.

Grevên birçîbûne roj bi roj berfireh bûn û heta vê gavê 8 kesî di girtigeha de ji bo grevên birçîbûnê jiyana xwe ji dest daye. Dixweyê eger ev grev berdewambin dê hêjmara kesên jiyana xwe ji dest bidin zêdetir bibe.

Grevên birçîbûnê ne bi biryara HDPê yan jî bi biryara Kongreya Civata Demokratiktê hatin destpêkirin. Ev biryara Qendîle û kesek jî nikare li dij derkeve û armanca Qendil jî bo vê yekê nayê hatin zanîn.

Dema mirov doza mafeqî bike û dev ji jiyana xwe berdê jî dibe babetek din yê gotubêjê.
Îro tu mafek rewa yê kurda li bakurê Kurdistanê tuneye, jiyana Kurdistanê ji bo siyaseta dewletê û PKKê têkçûye, xelk di navbera guvaşên dewletê û PKKê de maye . Her dema PKK dikeve tengasiyê û nikare sedema vê yekê eşkere bike, rojevekî dertêxe holê. Raste gerek hemû girtiyên siyasî bêne azadkirin, divê tecrît li ser yek girtiyekî tunebe. Lê ev yek ji bo çi niha hat bîra Qendîlê?

PKK siyaseta xwe li ser jiyana mirova dike, li ser xwînê siyasetê ava dike û têxe rojeva siyasî de.PKK dema bixwaze rojevek siyasî derêxwe holê, jiyana insana dike babetê bazariyekî û bi sedan û hezaran mirov jiyana xwe ji dest bide ne xema Qendile. Siyaseta Xendekan jî encama biryarek xelet ya PKKê bû. Bi hezaran insana jiyana xwe ji dest da û gelek bajarên Kurdistanê wêran bûn. Encam bû çi? PKKê encama siyaseta xendekan wek serkeftinekî da ragihandin.

Niha cardin bi biryara Qendilê, grevên birçîbûne berfireh dibin û hinek ji wan dest rojiya Mirinê dikin. Evkas erzanî jiyana mirovan dikin zemînê siyaseta qirêj ku hêdî gotin namîne.

Dema ev bûyer dibin pirsek derdikeve holê. Gelo HDP siyaseta çi dike? Qendil vekirî dibêje HDPê: Hun nikarin siyaseta ku dikin destnîşan bikin, ev ne karê weye. Karê we ewe ku siyaseta em bixwazin hun rêve bibin.

Heta HDP xwe ji bin insiyatifa PKKê dernexê û siyasetek rast nekê dê di bin guvaşa PKKê de hemû nirxên ku behsê dike  winda bike.

Eger raste grevên birçîbûnê ji bo rakirina tecrita li ser Ocalan tê kirin, bila berpirsên PKKê yên fermana grevên birçîbûnê didin,  bi xwe dest greva birçîbûnê bikin. Lê ka li kûderê ye?
Heyfe ku insanê kurd ji bo ne tiştekî jiyana xwe ji dest didin. PKK dileyze li ser mirinê dileyze.

3.5. 2019
Nûçe/Analîz
N. Firat

Back to top button