Cîhan

Lêkolînerê Îsraîlî: Divê Îran bibe 6 parçe

Lêkolînerê Îsraîlî Mordexay Kedar, anî zimên ku divê Îran parçe bibe, bibe 6 parçe û bi taybet jî ev yek li navçeyên ku neteweyên ne îranî lê dijîn pêk bê.

Kedar, di gotara xwe ya bi sernavê “Raza rûxandina rejîma Îranê: Kêmneteweyên etnîkî yên Îranê” ku di rojnameya Jerusalem Post de hatiye weşandin, got: “Neteweyên etnîkî yên li Îranê ji bo serhildanê xwediyê her sedemê ne“.

Lêkolînerê Îsraîlî gotara xwe wiha domand:

“Piştî kujtina hovane ya Kurd Mahsa Emînî, grûbên etnîkî yên Îranê ji bo daxwaza otonomî û azadiya zêdetir ji hikûmeta navendî ya Tehranê, bi hev re bûn yek. Ev grûp ji ber zordariya rejîma Îranê ya li ser zimanên Azerî, Kurdî, Belûç û Erebî bi hêrs“.

Lêkolînerê Îsraîlî di gotara xwe de behsa parêzvanê mafê mirovan yê Azerî Dr. Sarang Zeynîzade kir û ev tişt anî zimên: “Tirkên Azerbaycanê li bakurê rojavayê Îranê (li ser sînorê Tirkiye, Ermenistan û Azerbaycanê) kom bûne, ji çaran yekê nifûsa Îranê ya 70 milyonî pêk tê. Azerî gelek caran îdîa dikin ku rêjeya nifûsê ji sedî 40 e. Di vê hejmarê de xwişk û birayên etnîkî yên wek Tirkmen, Kaşkayî û komên din ên Tirkîaxêv hene. Ji aliyê din, heger bi Kurd, Belûç, Ehwaz û kêmnetewên din re bibin yek û ji bo guhertina rejîmê şer bikin, wê mela mehkûm bibin û bernameyên wan ên nukleerî jî bavêjin tenaka zibil a dîrokê. Ji ber vê yekê, heger civaka navdewletî xema rawestana bilez a bernameya atomî ya Îranê bike, divê hemû hewlên xwe ji bo dûrketina ji rejîma Îranê û piştevaniya hemû neteweyên etnîkî bike“.

Kedar di gotara xwe de nivîsî: “Pirs ev e: Em çawa dikarin bi baştirîn awayî bernameya navokî ya Îranê hilweşînin?” Bersiv: Ev guhertina rejîmê ye ku ji aliyê neteweyên etnîkî yên Îranê ve hatiye provokekirin. Dema ku ev yek pêk hat, metirsiya Hizbullah, Hamas û bi dehan milîsên alîgirên Îranê li Iraq, Sûriye û Yemenê bi lez û bez kêm dibe û şansê Îsraîl û tevahiya Rojhilata Navîn a ku di nav aramî û ewlehiyê de bijîn, wê pir zêde bibe. Dewletên etnîkî yên serbixwe wê bi Rojava re têkiliyên nêzîktir deynin, Rûsya wê dabînkerê xwe yê çekan winda bike. Çîn neçar e polîtîkayên xwe yên li hemberî Rojava biguherîne”.

Gotinên Lêkolînerê Îsraîlî Mordexay Kedar rayedarên Îranê aciz kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî teqez kir ku Îran zêdetirî 40 salan e ku yekparçeyiya xwe paraztiye, ji ber ku netewên Îranê hertim di yekîtî û hêzê de refên xwe girtine. Kenanî, bi bîr xist ku di nava 45 salên dawî de nêzî 250 hezar kes û komên etnîkî yên cûrbecûr ên Îranê ji bo yekrêziya xaka welêt canê xwe feda kirine û Îran nayê parçekirin.

Back to top button