Polîtîk

Lamerkezî berê hatiye redkirin û li paşerojê jî gel qebûl nake

Îro dûşem 04.05.2020 Umêd Xoşnaw Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlemena Kurdistanê, li rûpela xwe ya taybetî ya li facebook nivîsiye, bi rast û rastgo bûyîn li gel xelkê Kurdistanê û bi dengê bilind me daxwaza otonomiyê dikir, li beranber da ewan kartê mafê çarenivîsê li beranberê me bikar dianî.

Serokê Fraksiyona PDK eşkere kiriye, me rastiyê kir û qonax bi qonax me hengavan avêt, ji otonomiyê ve heta bi şanaziyê ve pêşkêşkirina projeya federalî û pejirandina wê ya li Parlemena Kurdistanê û heta gihîştin rastiya bi dest ve anîna armanca mezin û serbixweyî.

Xoşnaw behsa ewe jî kiriye, dawiyê de gel biryara xwe da û li çarçêweya referandumê de şanaziya 25.eyluê çarenivîsa xwe nivîsiye, rûn û eşkere daxwaza xwe kir. Eger îro jî nikarê armanca xwe bi cîh bîne, lê belê bê gûman her bi wê rojê digihe.

Umêd Xoşnaw nivîsiye: “Mixabin nina nû bi nû daxwaza lamerkeziyê dikin, rastiyê bêjin û şermê nekin, ew lamerkeziya hûn daxwaza wê dikin armanc têda federaliya parêzgehane ku berê hatiye ret kirin û li paşerojê de jî gel qebûl nake”.

Serokê Fraksiyona PDK li dawiya nivîsa xwe de zelal kiriye ku Qaşo cûdahiya tênegihiştinê li navbera her dû tevgerên otonomîxwaz û mafê çarenivîsxwaz de, gihîştiye asta serbixweyî û lamerkezî û federaliya parêzgehan.

Back to top button