Nivîsar

Laleş Qaso: PKK li ser koka miletê Kurd rûniştiye

DI NAV SEREKÊN PKKA ÎROJ DE JI M.KARASU RASTIR
KESÊ DIBÊJE TUNEYE!

PKK ÇI YE NE ÇÎ YE, ÇI DIXWAZE M. KARASU WÊ DIBÊJE!

KARASÛ NE YEKÎ KU ZANE DEREWAN Û NE JÎ SIYASETÊ BIKE!

M.KARASU DI VÊ VÎDYOYÊ DE PKK ÇI DIXWAZE WÊ DIBÊJE!

https://www.facebook.com/lales.qaso/videos/2514984355481367/

M. Karasuyê ku di serê sereketiya PKKa Zindana Diyerbekirê de cih digirt û M. Şener jî mezinahî li hemiyan dikir, him mêrxas û him jî deqarû bû. Derew li ba tunebûn. Rev jî. Bila bibexişîne, lê nîv-kundirbû. Komutanekî baş, lê siyasetgerî gindor û destarkî bû.

Îro jî çi gava min xwestiye ez ji çelq û pelqa nav PKKê fêhm bikim, min guh daye ser M. Karasu bê ka ew çi dibêje.
Karasu tena bi tena, lê dixe û dibêje:
”Bila her kes baş bizanibe ku tu armanc û niyeteke PKKê tuneye Tirkiyê perçe bike. Tekoşîna me ne li himberî perçekirina Tirkiyê ye. Em ji bo bidestxistina mafê kurdan bi demokratîzekirina Tirkiyê rabûne. Tirkiyê demokratîk bibe, doza kurd jî safî dibe, tirk azad bibin, kurd jî azad dibin, lênerîn û daxawzên me ewqasî vekirîne.”

Min naveroka xeberdana wî nivîsand. Îcar bi rastî jî wek ku Karasu dibêje mirov divê hevdu fêhm bike. Dev ji a ku PKK partiyeke ”cehş e” yan na berde, li stratejiya ku daniye ber xwe binere û cûkên kaban biavêje.
Stratejiya PKK hîn ji dema ku Ocalan hatiye girtin û heta roja îro ev e. Berê jî dikare ew be, lê ji girtina wî û vir ve nivîskî, devkî, plan û program her bûye ev. Sitratejî ev e. Eha tam di vir de, dema ku wê baregeha sitratejiya PKKê Kurdistan û cepheyê wê jî Tirkî be, wî çaxî jî helbet wê ne çewt be gava yekî tirk bûbe mezinê kurd, melayekî tirk bi tirkî li pêşiya kurdan limêj kiribe, keçeke kurd bûbe jina xortekî tirk, ji rêxistin, ronakbîr û kesayetiyên kurdan dûr bisekine û hevalbendiyê bi rêxistin û her kesê tirk re bike; û ji ber ku wê tirk hînî kurdî nebin, kurd divê xwe hînî tirkî bikin, da zû tirk azad bibin ku kurd jî pê re. Heta vir temam? Temam hat fêhm kirin.

ÎCAR ÇEWTÎ DI KU DERÊ VÊ STRATEJIYÊ DE YE?
Stratejî ji serî de çewt e. Wilo: Stratejiyeke bi vî rengî ji xwe li tu derê cîhanê pêk ne hatiye, pêk hatibe jî bi ser neketiye.
Frensa welatekî ku demokrasî lê rûniştibû û bi sed salan pêşenga demokrasiyê kiribû. Lê ew Frensa bû ku heta bi sed hezaran cezayirî nekujtin û di Cezayirê de nepetixî, dev ji Cezayirê berneda bû. Sipanî û baskî û irlandî û ingilîz jî nimûneyên zîz in.

Tirkên ku hema ji îroj ve dest bi demokrasiyê bikin û heta sed salekî din wê bi qasî frensiyan, spanî û ingilîzan hîn nebin demokrat, îcar hûn Konseya PKKê kî ne, çi ne, ji ku ne, ilmê we çiqas fireh û bilind e ku hûn ê tirkan bi miletî bikin demokrat?

Him li gora zanistê sosyolojiyê heta ku mêrê misilmên ji kultura xwe a islamî nebe, nikare bibe demokrat. Îcar ku ew misilman tirk, ereb û faris be, qed nabe; bibe jî qey heta ku Israfîl pifî dinyayê bike!
Barzanî û talabaniyan heta ku Seddam têk neçûbû jî ji Iraqê re demokrasî û ji Kurdistanê re jî otonomî xwestibûn. Ka bû çi? Bû ku îro ereb tew bi carekê ve ji rengê mirovahiyê jî derketine!

GOTINA MIN:
PKK bi vê stratejiya ku daye ber xwe heşkere heşkere doza kurdî fik kiriye û li ser koka miletê kurd rûniştiye. PKK bi vê stratejiyê li cihên ku lê xurt bû wek Riha, Entab, Mereş, Elezîz, Dêrsim û hwd. kiriye tirk. Îcar heger PKK bi haweyekî ji per û bask nebe, sedî sed di van çend salên pêşiya me de Serhed, Xerzan, Botan û heta ku digihê Wêranşehrê kurdî namînin, û PKK jî bi xwe mîna pîşo winda dibe, ewqas!

Laleş Qaso

Back to top button