“ Lahûr Şêx Cengî dest ji hevserokatiya YNKê berda“

Çavkaniyekê ji Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) agihand , Lahûr Şêx Cengî dest ji hemû deshilatên hevserokatiya YNKê berdaye.

Polîtburoya YNKê îro danê piştî nîvro bi beşdariya herdu hevserokên wê partiyê civiya û li gorî agahiyên Rûdaw, wê hemû deshelat ji Lahûr Şêx Cengî werin standin, û Lahûr Şêx Cengî jî razî bûye, dest ji deshelatên hevserokatiyê berde.

Çavkaniyekê ji YNKê ji Tora Medyayî ya Rûdaw re ragihand, ku di civînê de Lahûr Şêx Cengî ragihandiye, ku wî dest ji hemû deshilatên hevserokê YNKê berdaye.

Li gorî agahiyên ku bi dest Rûdaw ketine, di derbarê posta hevserok de, biryar e heta guhertina peyrewa YNKê, Lahûr Şêx Cengî weke hevserokê wê partiyê bimîne.

Li gor zanyariyên bi dest ketine danûstandin di derbarê çawaniya lihevkirina li ser vê biryarê berdewam in.

Medya fermî ya YNKê jî ragihand, ku di civînê de çend biryarên girîng hatine standin, ev jî weke gavekê ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên çend rojên derbasbûyî.

Weke ku medya YNKê dibêje, polîtburoya YNKê tekez kiriye, ku yekrêziya wê partiyê û pabendbûna li hemberî malbatên şehîdan û cemawer û xelkê Kurdistanê, di serê xebata wan de ye.

Li gorî agahiyên Rûdaw, biryar hatiye standin, ku di demeke nêzîk de, peyrewa YNKê were serastkirin, û sîstema hevserokayetiyê bidawî were, û herweha biryar hatiye stendin, ku komîteyeke lêkolînê were avakirin.

Roja 8ê meha 7an, sala 2021ê, destpêka nakokiyên di nava YNKê de derketibûn, û berpirsê herdu dezgehên Zaniyarî û Dijeterorê hatin guhertin, piştî 2 civînên di navbera Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî de, ti rêkeftin nehatiye kirin.

Îro hevserokê YNKê di rûpela xwe ya fermî ya Facebookê de, peyamek bi çend wêneyên xwe li ser gora Mam Celal, di debrarê guhertinên nav YNKê û rewşa partiya xwe de belav kirin, û xwe weke serokê YNKê binav kiribû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: