Polîtîk

Kuweyt 18 ton goştê qurbanê pêşkêşî penaberên Kurdistanê kir

Konsolxaneya Kuweytê li Hewlêrê li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 18 ton goştê qurbanê pêşkêşî koçber û penaberên li Kurdistanê kir.

Goştê qurbanê li ser 12.000 malbat an ku 55.000 koçberên li wargehên cûda cûda yên Kurdistanê hate belavkirin. Her wiha Ferset Sofî Parêzgehê Hewlêrê bi navê koçber û penaberan spasiya dewleta Kuweytê kir.

Back to top button