Li bajarê Bexdayê Tara Faris yekem şahciwana Îraqê û modela navdara Îraqê hat teror kirin.Wezareta saxlemiyê ya Îraqê kuştina şahciwana Îraqê pişt rast dike û dibêje ky Tara Faris bi fîşekan hatiye kuştin.Roja sêşemê 27.09.2018ê Tara Faris bi kuştî hatiye dîtin û termê gihandiye nexweşxaneya Bexdayê û li gor agahiyê nexweşxaneyê Tara Faris bi sê fîşekan/guleyan hatiye teror kirin.Tara Faris sala 1996ê jidayk bûye û ew li Tirkiye, Îraq û Îmaratê dijiya û ew sala 2014ê weke yekem şahciwana Îraqê hatibû hilbijartin.Weke tê zanîn du me berê, navdartirîn dixtora ciwankariyê li Bexdayê hatibû teror kirin.Bûyeta terorkirina şahciwana Îraqê Tara Faris Bexda hejand.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: