Endamê komiteya nawendî ya rêveberiya AK Partiyê û parlementerê berê yê Diyarbekirê Abdurahman Kurt, li himber binçavkirina hemwelatiyê ku ji serokê IYI Partiyê meral akşener re gotî vê derê Kurdistanê bertek nişandan.
Kurt di daxûyaniyek da Ferit Aslan ji Medyascopê û got: Di axavtina wî hemwelatiyî de tu tawan tuneye,heta insan tund û tujiyê nekin û ji bo şîdetê bang nekin tu tawan tuneye.Divê herkes bikaribe biaxive û dîtina xwe vekirî bêje.
Kurd got: Taşkesen bi awayek hevdem dîtina xwe gotiye.Di nîvê şevê binçavkirina wî ne raste, bi vê yekê dixwazin çi bikin? Divê herkes biaxêve,xelk dîtina xwe bêjin.Eger hun nehêlin xelk biaxêve hun terorê teşvîk dikin. Bila insan azadî biaxêvin , daku bikaribin şerê terorê jî bikin.
Hemwelatiyek ji bo gotiye ku “Vêderê Kurdistane” hatiye binçavkirin. Ev bûyer bû sedemek ku hinek aliyên kurd hewldan ku wek rantek siyasî ji vê bûyerê wergirin. Divê aliyên siyasîyên ku xwe Kurdistanî dihesibînin rojane gotina Kurdistanê bi karbînin da ku ev yek di mejiyê siyasetmedarên Tirk de jî cih bigre. Lê aliyek siyasî bi xwe gotina Kurdistanê bi kar neyne û li dijê Kurdistan û nirxên Kurdistanî tevbigere,nabê van bûyerên civakî ji bo rantek siyasî bi kar bînin.
Tişta vî hemwelatiyî li Sêrtê kirî,bila aliyên siyasî rojane derkevin qadên bajaran bikin, bila kampanya ku” Vêderê Kurdistane û ev al jî sembola meye(Ala Kurdistanê” destpê bikin.