Kurdistanê vê carê bi dijwarî bersiva serokwezîrê Îraqê da
Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi dijwarî bersiva Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê da û dibêje ku, hemû gotinên Malikî bê esas û ji rastiyê dûr in:
Serokwezîrê Îraqa federal Nurî Malikî di çend rojên borî de û bi tyabetî di hevpeyvêna xwe ya digel NRT a roja 5ê vê mehê ku, beşek ji gotinên wî girêdayî herêma Kurdistanê bûn, em ji serî heta binî gotinên Malikî red dikin û em dibêj in ku, tevaya daxuyanî û zaniyariyên Malkî di wê hevpeyvînê de bilêv kirîn, gotinên bê esas in, ji ratiyê dûr in û ew dixwaze bi wan gotinan rastiya ji raya giştî re veşêre.
Malikî dibêje ku, danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam in, lê ew li dijî kar û xebatên komîteyên danûstandakr û ew heta li dijî helwesta Hisên Şehristanî jî (cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê) ku, alîgirê hizra danana dahatiniyê patrola Kurdistanê di sindoqa geşepêdana Îraqê (DFI) de bi navê hikûmeta herêma kurdistanê, peyvî ye.
Me di hemû danûstandinan digel Bexdayê daxwaz kiriye ku, herêma Kurdistanê li gor destûrê nefta xwe bo derve hinarde bike û dahatiniyê wê jî di wê bankeyê de bê danan yaku dahatiniyê nefta Îraqê tê de tê danan û ji wir dîrekt bikeve ser hisaba bankeya nawendîya herêma Kurdistanê, eger ew dahatinî ji para herêma Kurdistanê zêde kir hîngê bikeve ser hisaba hikûmeta federal. Lê Malikî di wê hevpeyvîna xwe de bi nefeseke nizim dirêjiyê bi wê kampaniyaya li dijî herêma Kurdistanê dest pê kirî dide û gotin û zaniyariyên nerast û ecêb ku, tu esas û rastî jê re nîne, rêz dike. Hikûmeta herêma Kurdistanê tu pêwîstî bi rakêşana boriyeke qeşax nîne weke Malikî behis dike, herêma Kurdistanê bi eşkereyî û li gor qanûn û destûrê borya hinartina neftê avakiriye.
Malikî îşaretê bi çend jimare û dateyên li ser ew patrola hatiye hinartin dike û heta ew cudahiyê navbera budceya parsal û budceya îsal ku, hêşta nehatiye pesind kirin, nake, lê ew hemûyan bi hevre kom dike û weke qeriz li ser herêma Kurdistanê hisab dike, Malikî vê dibêje lê belê heta nuha Bexdayê nîva heqdestê kompaniyên di warê neftê de li herêma Kurdistanê kar dikin nedaye, her çiqas Hewlêr û Bexda li ser heqdestê kompniyan lehev kiriye jî.
Eşkereye ku, armancên veşartî li pişt gotinên Malikî hene, gotinên Malikî li dijê dîtin û helwesta serok û endamên wê komîteyê ne ya hikûmeta wî ji bona li ser pirsa patrolê danûstandinan digel herêma Kurdistanê dike, yan ew ji danûstandinan bê agadariye yan jî ji çavkaniyê şaş zaniyariyan werdigire. Eger ne wusa be, gelo navanîna birêz serokê herêma Kurdistanê çi peywendî bi vê pirsê ve heye? Li gor Malikî dibêje qaşo kontirola wê hisaba bankeyê bike jêr destê Barzan be. Van gotinan tu esas jê re nîne û hemû ji rastiyê dûr in, eger bi tenê Malikî bizane ji bo çi mexsed wan gotinan dibêje.
Malikî, dema bûye serokwezîr sûnda destûrî xwariye ku, destûra Îraqê, ew destûra îtîrafê bi hebûna herêmeke federal ku, ew jî herêma Kurdistanê ye dike biparêze, lê nuha ew binegên destûrê bin pê dike û dixwaze weke wîlayeteke Îraqê, weke wîlayeta Besrayê seredariyê digel herêma Kurdistanê bike.
Li gor destûra Îraqê, herêma Kurdistanê statuya xwe ya destûrî heye û miqayîsekirina herêma Kurdistanê digel wîlayetek din a Îraqî li dijî destûrê ye. Lê belê Malikî ku, navê lîsteya xwe bi navê ”Dewleta Qanûnê” nav kiriye, li dijî têgeh û bingehên destûrê tevdigere û ew vê yekê bi mebesta piştguhxistina pêgehên hevbeşên siyasî û hilweşandina stûnên Îraqa nû li ser hatiye avakirin ku, demokrasî, fedralî, şirîkatî, tewafiq û piralî ye, dike.