Polîtîk

Kurdistanê kirdara terorîstiya Bexda şermezar kir

Bi mixabinî li encama kirdarekî terorîstiya li Bexda bi dehan welatiyên bêguneh şehîd û birîndar bûn.

Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî vê karê terorîstî mehkûm dikin. Zêdebûna kirdarên terorîstiyan cihê gumanê ye û pêwîste‌ helwestekî ciddî û lêkolîneke kur li vî derbarî de bê kirin, ji bo wê yekê ku encamderên vê kirdara terorîstî radestî yasa bikin. Her ji vir ve pirse û serxweşiyê li kesukarê şehîdan dikin û hêviya başbûneke lezgînî ji bo birîndaran dixwazîn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

22/09/2013

Back to top button